
Sazî û dezgehên gelê Êzîdî ji ber hilbijartina jina Êzîdî Nadya Murad ji bo Qasidiya Niyetapak a Neteweyên Yekbûyî, dilşadiya xwe anîn ziman û peyamên pîrozbahiyê weşandin. Di daxuyaniyên saziyên Êzîdî de hat destnîşankirin ku Nadyayê xwestiye bibe deng û çavên bi hezaran jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ´ê de û biryara Neteweyên Yekbûyî li gelê Êzîdî pîroz kirin.
Serokê Partiya Demokrasî û Azadiya Êzîdiyan (PADÊ) Şêx Qehtan keça Êzîdî Nadiya Murad ku di êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an de dîl ket destê çeteyên DAIŞ’ê û piştî demekê rizgar bû, ji bo Sefîra Niyetapak a NY’ê hat diyarkirin, bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Ferman ragihand dinyayê
Şêx Qehtan di dewama daxuyaniya xwe de got; “Nadiya Murad ji gundê Koço yê Şengalê ye ku yek ji cihên herî zêde komkujî lê pêk hatiye, piştî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû, li gelek dewletan geriya, bûyerên hatin serê wê û gelê Êzîdî vegotin û bi vî şêweyî di qada navneteweyî de bal kişand ser gelê Êzîdî. Piştî van xebatan, Nadiya Murad weke Qasida Niyetapak a NY’ê hat eşkerekirin. Cara yekem jineke Êzîdî giha vê asteyê û vêna li hemû gelê Êzîdî pîroz dikim.” Şêx Qehtan diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne Nadiya Murad ji bo hemû keçên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûye bersiv û li hemû gelê Êzîdî banga xwedîderketina Nadya Murad kir.
Barê Êzîdxanê sivik kir
Her wiha bi heman mebestê Meclîsa Avaker a Şengalê têkildarî wergirtina posta Qasida Niyetapak a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyê keça Êzîdî Nadiya Murad ve daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Meclisa Avaker a Şengalê, Xidir Salih ve hat dayîn, pîrozbahî li Nadya Murad kir. Serokê Meclisa Avaker a Şengalê Xidir Salih diyar kir ku Nadiya Murad a ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû, di heman demê de ji gundê Koço yê Şengalê ku herî zêde çeteyan komkujî lê pêk aniye û wiha dewam kir; “Nadiya barê Êzîdîxanê sivik kir. Em spasiya hemû kesên destek dan Nadiya û gihandina vî dengî ji bo cîhanê alîkarî kirin. Bi taybetî jî rêxistina YEZDA di vî warî de alîkariyek mezin kir.” Di dawiyê de jî Serokê Meclisa Avaker a Şengalê Xidir Salih got; “Em li ser navê Meclisa Avaker a Şengalê spasiya wan dikin. Ji serê Çiyayê Şengalê em silavên xwe ji Nadiya Murad re dişînin. Em xelata wê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Bi sedhezaran Êzîdî keyfxweş kirin. Em ji bo hemû karên wê serketinê dixwazin.”
Rêyeke zor hilbijart
Peyameke pîrozbahiyê ya ji bo Nadiya Murad jî ji SMJÊ hat belavkirin. Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), jî jina Şengalî Nadiya Mûrad ku bûye Qasida Neteweyên Yekbûyî pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nadiya Mûrad bi temenê 19 saliya xwe di fermana Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve 3 mehan dîl hat girtin. Piştî ku rizgar bû, rêyeke zor danî pêşiya xwe. Ji ax û warê xwe yê bajarê Koço ku talan bûyî, dûr ket û vîzyonek da pêşiya xwe. "Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî da xuyakirin ku Nadiya, ji bo bi hezaran jin û keçên Êzîdî yên di destê DAIŞ'ê de, xwest bibe deng û çavên wan û wiha dewam kir: "Keça ciwan Nadiya serpêhatiya xwe ya bi êşên kûr li gelek welatan da guhdarîkirin. Di xebata xwe de bû qîrîn û hawara Jinên Êzîdî."
Jinên Êzîdî êdî xwediyê hêza parastinê ne
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandinî ser rêxistinbûyîna jinên Êzîdî û hat gotin, "Li Şengalê êdî Parastina Leşkerî ya Jinan heye. Meclîsa Jinên Şengalê jî xwe birêxistin kiriye û li Ewrûpayê jî jinên Êzîdî sîwana xwe ava kirine. Ancex bi vî awayî jinên Êzîdî dikarin bersivê bidin karesata 3'ê Tebaxa 2014'an ku bi taybetî li dijî jinên Êzîdî hat kirin. Jinên Êzîdî xwedî hêzeke kûr û dûr e."
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew Nadiya Murad weke hêz û hêvî ji bo jinên Êzîdî dibînin û di karên wê de daxwaza serketinê hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN