Li Feraşînê piştî salên dirêj welatiyê bi navê Fatîh Balci kewarên mêşa anî û dest bi hilberîna hivgîv kir. Balci hêstên xwe wiha anî ziman: "Şer û pevçûnan li herê mê bi xwere gelek cih xirap kirin û di salên 90'î de tevahî herêm hat valakirin. Bi destpê kirina pêvajoya çareseriya demokratîk ve li herêmê operasyon hat rawestandin. Ji ber vê yekê em dîsa hat gundê xwe û bi mêşvaniyê debara xwe derbas dikin û em hewceyê tu kesî namînin, li ser axa xwe kevneşopiyan ku ji bav û kalan maye berdewam dikin. Herêma Feraşînê ji aliyê nebatan ve gelek dewlemende ji ber wê li vir hingivên gelek bi Qelite tê hilberandin. Hêviya me ewe ku pêvajoya çareseriya demokratik bi erênî encam bide."
'Em li ser axa xwe dilşadin'
Welatiyê binavê Halît Abî balkişan ser zor û zehmetiyên salên nodî û giringiya pêvajoya çareseriya demokratîk û wiha vegot: "Ez li gundê Kanîmasiya Feraşîneme debara xwe ji ajalvaniyê derbas dikim. Em êdî naxwazin dengê çekan, firokan û jetan bibîhîsin. Di salên nodî gundên me hat valakirin hat şewutandin, bi deh hezaran welatî neçar man û koçî rojavayê tirkiyeyê kirin û li wan deran şerpeze û perîşan bûn. bi destpê kirina pêvajoya çareseriya demokratîk ve şeniyênb herêmê disa vegeriya warê bav û kalên xwe her çendî li vir jiyan di nava zor û zehmetiyan de bi jî em li ser axa xwe dilşadin."
'Em di konan de li gundên xwe ne'
Gundiyê binavê Rojan Çetînê yê ku li gundê Henîka Feraşînê dijî, diyar kir ku ew ji bi malbata xwere salên dirêj li koçberiyê mane û dîsa vegeriyayê gundên xwe anî ziman ku bi hatina gund gelek dilşadin. Gundiya li heman gundî dimîne ya binavê Helîme Aslan ji anî ziman ku em di xwazin zarokên xwe li ser axa xwe bi çanda xwe mezin bikin, ji ber vê em disa vegeriyan gundan. Ji ber ku xaniyê me di salên nodîde hat hilweşandin em anha li konan de jiyana xwe didomînen her çendî kon jî be em di nava aramiyê dene.
'Ji bo avakirina gund divê rayedar alîkari bikin'
Abdulmenav Aslanê ku li gundê Beseka yê dijî balkişan ser avakirin gundan û wiha got: "Ji ber ku xaniyên me xirabeye em bes havîna tenê dikarin were gund. Havinan em li konan de dimînen zivistanê jî em dîsa koç beri bajaran dikin. Gundî dibin şert û mercên girande bi bê derfetiyan gundên xwe ji nû ve ava dikin. Şêniyên herêmê bi tena serê xwe nikarin gundên xwe ji nû ve ava bikin. Divê kesên ku bû sedema vala kirina gundan ew kesana alîkariyê bidin şêniyan ta ku bikaribe gundên xwe ji nû ve ava bikin. Piştî ew qas salan cara yekem me li gundên xwe çandinî kirin li gund me genim û ceh çandin. Di demên pêşde bi hatina şêniyan wê hilberîn bêhtir bibin.
SALIH SERTKAL/DÎHA/WAN