Rojnameya l´Humanîté her sal weke rêûresmekê Festîvala Mirovahiyê li dar dixe. Kurd û dostên wan jî her sal beşdar dibin. Festîvalê îna bihurî bi panêl, pêşangeh û konseran dest pê kir, doh û pêr bi çalakiyên rengên dewam kir. Bi sedhezaran kesî beşdarî li festîvalê kir. Civaka Demokratîk a Kurdistanê li Fransayê (CDK-F) û konê Kurdistanê jî li beşê Gundê Mirovahiyê yê li meydana festîvalê cihê girtin, tevî komeleya dostaniya Kurdistan-Fransayê (France-Kurdistan).

Meydana festîvalê ya li Parc Departemental a La Courneuveyê France-Kurdistanê kampanyaya ji Selahattîn Demîrtaş re azadî da destpêkirin, her wiha Fransiya pirtûkên Demîrtaş li dezgehê hatin nîşandan. Şemiyê bi tevlêbûna nûnerên HDP’ê û CDK-F’yê panêl hatin lidarxistin. Biroşûr û pirtûkên ku bûroya karê derve ya CDK-F’yê hazir kirin li kon têne nîşandan. Stranbêjên TEV-ÇAND’ê li kon û bi minasebetên cihê stran gotin. Li dezgehan, endamên Tevgera Jina Kurd û Drancy, Xebatkarên Villiers Le Bels a Navenda Civaka Demokratîk jî li aşxaneya Kurd xwarinên Kurdan çêdikin.

Roja yekê, li ser navê CDK-F´yê Cemîle Renklîçay û li ser navê France-Kurdistanê jî Sylvîe Jan beşdar silav kirin. Renklîçay bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ´ê û bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê jî. Renklîçay bang li hêzên demokrasiyê yên cîhanê û bi sed hezaran kesên li meydanê kir da ku pişta Kurdan bigirin.

 

ANF/PARÎS