Li Elmanyayê 1’ê Gulanê di şertên tevdîrên krîza ji ber vîrusa koronayê de pêk hatin. Li bajarê nêzîkî navenda me Frankfurtê jî Cejna Karker û Kedkaran bi xwepêşandanên li gorî tevdîran hat pîrozkirin. Li Meydana Paulsplatz qederê 300 ta 400 kesî civiyan. Li vir bi qasî ku xuya dikir 300-400 polês jî hebûn. Beşdarên xwepêşandanê maske dan ber difn û devê xwe û mesafeya civakî jî di navbera xwe de danîn. Di nava çalakgeran de gelek Kurdistanî jî hebûn. Pankartên îsal di xwepêşandanê de hatin hilgirtin, ji yên carê bêhtir înternasyonalîst bûn. Ji xwepeşandana destûrdayî, qederê 200 kesî xwest bimeşin nexweşxaneya nêzîk da ku li wir hem îşaret bi pirsgirêkên xebatkarên xizmeta tenduristiyê re nîşan bidin û hem jî piştgiriya bi wan re nîşan bidin. Polêsê Elman destûr neda vê meşê. Tevî ku ti kes nehat girtin jî, polês nasnameya bi dehan xwepêşandarî bi zorê qeyd kir. Li Frankfurtê çalakiyeke din bi 60 maşînî pêk hat û ev çalakiyeke karwanê erebeyan bû. Polês destûra beşdarbûna 60 maşînî tenê dabû. Di nava van erebeyan de diduyan jê alayên YPG û YPJ’ê nîşan da. Axir li Frankfurtê, xelkê tevî tevdîrên 1’ê Gulanê, daxwazên xwe yên edaleta civakî ji bo karker û karmendan bi çalakiyan îfade kir. FRANKFURT