Piştî ku doh jin û mêrekî ji Tirkiyeyê bi tohmeta amadekariya êrîşeke terorîst bi biryara dadgeha eyaletê ya Hessenê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê hatin girtin, rewşa qismî awarte li Frankfurtê dewam dike.
Berdevkê polîsê eyaletê li paytexta eyaletê Wiesbadenê roja înê da xuyakirin ku piştî girtina herdu kesên tohmetbar, tehlûkeya êrîşekê dewam dike. Li gorî daxuyaniyê îhtîmala ku hin kesên din ên peywendîdarê komê hîna jî ji bo êrîşeke şîdetê pêk bînin, dewam dike. Ji xwe ji ber wê yekê jî maratona navnetewî ya bisiklêtan a her sal di 1’ê Gulanê de li Frankfurtê pêk tê têkildarî fikara êrîşê hat betalkirin. Ji ber ku tê îdîakirin ev maraton yek ji hedefên muhtemel ên jin û mêrê hatî girtin bûn. Tevî betalkirina maratonê jî gelek ajovanên bisiklêtan di bin çavdêriya polêsan de bisiklêtên xwe li Eschborna Frankfurtê ajotin.
‘Girêdayî rêxistinên radîkal in’
Seroka Îdareya Mijara Sûcan a Eyaletê Sabine Thurau, pêncşemê pistî girtina tohmetbaran da zanîn ku li cih û mekanên gunehbaran malzemeyên ku pê gelek mirov dikarin werin kuştin yan jî bi giranî werin birîndarkirin hatine girtin. Li gorî dozger û koma lêpirsînê bi rê ve dibe, elaqeya jin û mêrî bi derdorên îslamîst ên radîkal re heye. Berdevkê polêsê eyaletê bi awayekî eşkere got “ti nîşan nînin ku vê qebûlame qels bike yan jî derew derxe.”
Rojeva çapemeniyê Selefî ne
Bûyerê di siyaset û çapemeniya Elmanyay de jî cihekî fereh girt. Serokwezîrê Hessenê Peter Beuth jî tevî ku zêde nexwest li ser mijarê behsa kitekitan bike jî, piştrast kir ku wezîfedaran bi îhtîmaleke mezin êrîşeke teriorîstî asteng kirine. Herçî çapemenî ye, wê di nava minaqeşeyên li ser selefîtiyê de rahiştiye mijarê. Selefiyên ku weke alîgirê şîdetê û amade ne ji bo fikra îslamîzma radîkal mirovan bikujin di çarçoveya matematîkeke hêsan de para bêhtir weke hejmaran di minaqeşeyan de cihê xwe digrin.
FRANKFURT