Li seranserê Fransayê Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan ji bo salvegera damezrandina PKK´ê ya 41´ê bi pankarta li ser nivîsandî “Em tevî PKK´ê ber bi serketinê ve dimeşin” meşiyan.

Li banliyoyên Parîsê ciwanan bi hilgirtina alayên PKK´ê, gotina sloganên “bijî PKK” û meşaleyan peyama xwe ya dilsoziya bi PKK´ê re û israra xwe ya meşa ber serketinê ve tevî PKK´ê diyar kir.

Salvegera damezrandina PKK’ê ya 41´ê li bajarên Fransayê Marsîlya, Bordeaux, Mantes la Jolie û banliyoyên Parîsê Villier-le-Bel, Every û Drancyê   Fransayê hate pîrozkirin.

Li Marsîlyayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Kurd tevî dostên xwe bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Çalakgeran li kolana Julietteyê jî alayeke mezin a PKK’ê daliqandin.

Di dawiya meşê de li meydana Vieux Portê mîtîngek pêk hat û bi teqandina fîşekên hewayî salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Li Bordeauxê jî ciwanan bi meşeke bi meşaleyan cejna vejînê pîroz kir.

Di meşê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate gotin û ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin.

Li bajarê Montes la Jolieyê yê herêma Normandiyayê, meşeke bi meşale li navenda bajêr çêbû û ev meş li meydana navenda bajêr bi dawî bû. Di dema meşê de sloganên “bijî PKK” û “bijî serok Apo” hatin gotin.

Tevî PKK´ê ber bi serketinê ve

Li banliyoya Parîsê Villiers-le-Belê meşeke bi meşale hate lidarxistin. Meşê ji ber gara trênan a bajêr dest pê kir. Ciwanan alayeke mezin a PKK´ê hilgirt. Di dema meşê de pankarat bi Fransî “Em tevî PKK´ê ber bi serketinê ve dimeşin” hat hilgirtin.  Meş li ber avahiya komeleya NCDK´a Villiers-le-Belê bi dawî bû. Li vir govend hat gerandin.

Li banliyoya Parîsê Drancyê meşê ji ber avahiya NCDK´yê dest pê kir û heta ber avahiya şaredariya bajêr dewam kir. Di dema meşê de sloganên “bijî PKK” hatin  gotin. Li ber şaredariyê mîtîng hat lidarxistin.

Li banliyoya Parîsê Evryê ciwan û Kurdistanî li ber avahiya NCDK´a bajêr civiyan, ala PKK´ê û pankarta li ser nivîsandî “Di sala 42´yê de em ber bi serketinê ve dimeşin” meşiyan. Di dema meşê de du sloganên sereke hatin gotin: “Bijî PKK” û “Her der Rojava, her der berxwedan”.  Li ber gara trênê ya bajêr piştre mîtîngek çêbû.

 

PARÎS