Tûrnûvaya futbolê û çalakiya çandî ya li paytexta Fransa Parîsê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hat organîzekirin, bi beşdariyeke xurt pêk hat. Çalakiya îsal diyarî Şehîd Cemo û Şehîd Şahîn hat kirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser wateya meha Gulanê axaftin hat kirin.

Dûre maçên futbol û voleybolê û pêşbirka beza ji 400 metreyî destpê kirin. Tevî baranê jî tûrnûva bi coşeke mezin pêk hat.

Di dawiya tûrnûvayê de tîm û ciwanên bi ser ketin, xelatên xwe wergirtin.

Di nava 18 tîmên futbolê yên tevlî tûrnûvayê bûyî de tîma Agirê Sor Spor bû şampiyon, Ararat bû duyemîn û Welatspor jî bû sêyemîn. Di tûrnûvaya voleybolê de jî tîma bi navê YPJ´ê bû yekemîn. Di futbolê de xelata lîstikvanê herî baş ji lîstikvanê tîma Araratsporê re hat dayîn.

Tîm û kesên di tûrnûvayê de bi ser ketî ev in:

Di futbolê de


1) Agirê Sor Spor; 2) Ararat Spor; 3) Welatspor; Fair play: FC Ararat; Hekem: Mûrat Cepkîn

Di voleybolê de 

1)-YPJ; lîstikvana herî baş a Voleybolê: Ji tîma YPJ’ê Erdem Ayalp

Di bezê de 

Firat Peker


Li Marsîlya tûrnûvaya futbolê

Li Marsîlyayê jî tûrnûvaya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê bi beşdariya 

ji  bajarên Avîgnon û Marîgnane, bi 11 tîmên futbolê li dar ket. Di musabeqeyên tevahiya rojê de tîma Roja Welat bû şampiyonê turnûvayê. 


 PARÎS / MARSÎLYA