Çalakiya li Kartoffelplatzê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Freiburgê û Dergaha Çanda Elewiyan a Freiburgê ve hat organîzekirin.
Girseya ku li ber avahiya komeleya NCDK civiya, bi pankarta li ser nivîsandî "Em li welatê xwe kampa DAIŞ'ê naxwazin" hilgirt û dest bi meşê kir. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kampa li Terolarê ji bo guhertina rewşa demografîk a herêmê tê çêkirin û hat gotin, "Em ne li dijî kampeke insanî ne. Lê belê ya ku AKP hewl dide bike, bicihkirina endamên DAIŞ'ê ye. Em ê nehêlin axa me bibe baregeh ji van terorîstan re."
FREIBURG