Gerîlayên HPG û YJA Starê li Gabarê li dijî wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiya gerîla ya li Gavarê de bi awayekî nivîskî agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de di navbera qada Dêrgulê û qereqola Girê Cotyar a Gebarê ya li Şirnexê de wesayîteke zirxî ya Kobra şopand û 27’ê Nîsanê saet li 12.00’an li dijî vê wesayîtê çalakiyek li dar xist. Hêzên me ji nêz ve li vê wesayîtê dane. Ev wesayît îmha bûye û 5 leşkerên tê de hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky leşkerên kuştî ji qada çalakiyê hatine derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî kirî, zirar nedîtiye. 30’ê Nîsanê (îro) saet li 02.30’an balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Saca ya Zê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. 29’ê Nîsanê saet li 23.00’an balefirên şer qada Gundê Mêlê ya Zê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de zirar negihiştiye hêzên gerîlla.” BEHDÎNAN