Midûrê Konservatuara Aram Tîgran, Şêrko Kanîwar, anî ziman ku wan çavkanî û cewherê xwe ji ceribandinê NÇM'ê yên 20 salan girtine û ji bo tama çand û hunera rezen bidin xwendekaran vê xebatê dimeşînin. Konservatuara Aram Tîgran ku di bin baneyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, ji bo hunerê xwe bide naskirin û şagirtên xwe yên ewil mezin bike 1'emîn Rojên Hunerê yên Konservatuara Aram Tîgran pêk tîne. 1'emîn Rojên Hunerê yên Konservatuara Aram Tîgran di navbera 7-10'ê hezîranê de pêk tê. Midûrê Konservatuara Aram Tîgran, Şêrko Kanîwar, der barê bername û armanca rojên hunerê de nerînên xwe tenê ziman. Kanîwar, anî ziman ku ew çavkanî û piştgiriya xwe ji 20 salên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) digirin. 20 Kanîwar, destnîşan kir ku Konservatuara Aram Tîgran, li ser Akademiya Hunerê ya Cegerxwin û xebatên NÇM'ê hatiye avakirin û li ser berhemên xwe bi teşe bûye û wiha dibeje: "Li Tirkiyeyê li zanîngehan konservatuarên dewletê hene. Lê vana heta niha ji bo neneweyên din û zimanên din xizmet kirine. Li pêş zimanê zikmakî astengi hene. Ji bo ku li pêş ziman asteng hene, Şaredariya Peyasê Navenda Çanda Cegerxwîn, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî Akademiya Aram Tigran vekir. Ev 2 konservatuar di 5 beşên hunerê yên cuda de ji sedî 100 bi Kurdî perweredihê didin."
Konservatuara Aram Tîgran, dixwaze bi çanda Kurdan re ku ji zû de ye bahsa dewlemendiya wê tê kirin “diyalogeke hilberîner” deyne û li ser vê bingehê bi rengê xwe tevlî dahênana çandî û hunerî bibe. Her li ser hîmê pirsiyarkirinê Konservatuar li pey pirsên xweser ên hişên vî welatî ye.
Konservatuarê bi zanîna ku ‘huner giyanê civakê ye’, li ser hîmê nasîn û têgihaştina hêman û motîfên çandî û hunerî yên Mezopotamyayê û Kurdan, ji bo geşkirina hişmendiyeke Kurdewar û giyanekî afirîner ev xalên li jêrê ji xwe re kirine qûça destpêkê.
Armancên konservatuarê
- Gihandina xwendekarên ku bi hişmendiya zayendparêziya civakî, demokratîk û ekolojîk daxilî nava jiyan û civakê dibin.
- Parastina nirxên çandî, netewî û civakî.
- Avakirina cî û pergaleke hilberîner li dijî çanda berxwiriyê.
- Bi berhevkirin û tomarkirina hêmanên folklora Kurdî çêkirina arşîveke dewlemend ku lêkolîner bikarin jê sûd wergirin.
- Çapkirina materyalên perwerdehiyê.
- Pêşîgirtina bişaftinê û jêbirina şopên wê ji ser rewişt, giyan û hişê Kurdan ji bo avakirina kesayetiyên ku bi hişekî rexneyî tevdigerin, pirsiyar dikin û jixwebawer.
- Perwerdekirina zarokan bi hişmendiya: ‘guherînên civakî ji zarokan dest pê dikin’.
- Lidarxistina konferans, sempozyûm, panel, semîner, komxebat û kargehan bo ku hişên ciyêwaz bigihên hev û rê li ber asoyên nû vebin.
DÎHA/AMED