
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, beriya niha bi demekê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hin hevdîtin kir.
Îlham Ehmed li ser vê serdana xwe ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku ji endamên kongreyê heta komîsyonan, wan bi gelek derdoran de hevdîtin kirine. Ehmed got, "Me bi derdoreke berfireh re hevdîtin kir. Bi endamên Kongreyê re jî hevdîtinên me çêbûn. Em bi hin komîsyonên kongreyê û endamên komîsyonê re jî rûniştin. Bi Wezareta Karên Derve re jî hevdîtinên me çêbûn. Em bi hin şêwirmendên berê yên Obama re jî rûniştin. Bi hin saziyên lêkolînê re hevdîtinên me çêbûn. Her wiha em bi şêwirmendê Trûmp ê dema hilbijartinê re jî rûniştin."
Çavdêriyên xwe parve kirin
Ehmed da xuyakirin, ku di navbera polîtîkayên di dema Obama de hatin meşandin û polîtîkayên rêveberiya nû bimeşîne, cudahiyek heye û got, "Atmosfereke bi vî rengî hebû; DYA di dema bihurî de bi têrkerî li Sûriyeyê nebû xwedî bandor. Di asta ku dihat xwestin, serketin bi dest nexist. Ji ber vê yekê aciziyek jî hebû. Di têkoşîna dijî terorîzmê de, eger plan û helwesteke rast û di cih de li qada siyasetê bê destnîşankirin, bi qasî ku me dît, wê rêveberiya nû giraniya xwe bide ser."
Ehmed diyar kir, di nava hêz û derdorên wan hevdîtin bi wan re kirine de, nîşan dane ku ji bo xurtkirina hêzên QSD'ê û zêdekirina desteka ji bo hêzên QSD'ê bi biryar in."
Guftûgo li ser herêma tampon
Ehmed di dewama axaftina xwe de got, "Biryar hatibû dayîn ku li Sûriyeyê herêmên tampon û ewle bên avakirin. Lê belê hê nehatibû plankirin, ku ev herêmên tampon û ewle li ku derê bên avakirin. Ji bo amadekirina plansaziya vê yekê, ji saziyên pêwendîdar re erk hat dayîn. Di vê çarçoveyê de wê herêmên ewle û tampon weke projeyekê pêşkêşî Trûmp bê kirin. Lê belê di hevdîtinên me de, tiştên hat gotin û tiştên xuya dikir ew bû, ku herêmên di bin kontrola QSD û YPG'ê de ne, weke herêmên ewle dihat nîşandan. Rayedarên DYA êdî bi vê dizanin. Her wiha nêrîneke welê hebû, ku ev herêm ji bo bicihkirina koçberên Sûriyeyî dikarin bibin herêmên ewle. Rayedarên DYA'yî di wê baweriyê de bûn, ku heta şer biqede û ji nû ve avakirin dest pê bike, ev koçber dikarin li van herêman bimînin."
Proje hate vegotin
Îlham Ehmed da xuyakirin, ku projeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî di hevdîtinan de hatiye rojevê û wiha dewam kir: "Der barê projeya me de agahiyeke berfireh bi wan re tine bû. Lê belê, dema li ser sîstema me ya li Bakurê Sûriyeyê agahî hat dayîn, gihîştin wê baweriyê ku çareserî dikare di vê çarçoveyê de bê kirin. Di nava vê projeyê de hêvî didîtin. Ti nêrînek li dijî sîstema federasyonê, li dijî projeya me û sîstema me nehat nîşandan. Nêzîkatiyeke ku red dike, tine bû. Nêzîkatiyeke 'eger li Sûriyeyê çareserî tê xwestin, bi vê rêbazê dikare pêk were' hebû. Di vir de ya girîng ev e: ev yek sîstemek e. Li vir ava bûye û niha bi rê ve diçe. Rêbaza herî rast a çareseriyê jî ew rêbaz e ku li ser rûyê erdê pêk hatiye. Xuya ye her kes vê ji nêz ve lêkolîn dikin û dişopînin."
'Cenevre-4 beyî me bi ser nakeve’
Ehmed got, "Siyaset her tim bi surprîzan dagirtî ye. Lê belê me dît, ku eger ji aliyê stratejîk ve bûyer werin nirxandin, wê DYA desteka xwe ji bo hêzên QSD'ê û projeya çareseriyê bidomîne."
Îlham Ehmed têkildarî hevdîtinên Cenevre-4 de, ku wê piştî çend rojan dest pê bike diyar kir, ku heta niha ti vexwendîname ji wan re nehatiye şandin. Ehmed got, "Eger gelên li Bakurê Sûriyeyê neyên vexwendin, ev ê were wê wateyê ku biryar hatiye dayîn; krîza Sûriyeyê bê dewamkirin.
'DYA dibêje muxalefen nema‘
Ehmed da xuyakirin, piştî ku koman xwe ji Helebê vekişand û ev herêm radestî rejîmê kirin, li DYA tê dîtin ku nêrîna 'êdî li Sûriyeyê mûxalefet nîne, nema ye' serdest bûye û anî ziman, ku ev nêrîn di hevdîtinan de hatiye rojevê. Ehmed diyar kir got, “Ev rewş nîşan dide, ku projeya bi qaşo bi komên nerm re kiriye, bi ser neketiye. Li ser van koman xebitîn, lê bi ser neketin. Lewma dihat dihat dîtin, ku êdî bi wan koman re nikare tevbigerin."
'Şensê projeya Erdogan nîne'
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed, der barê daxuyaniyên AKP û Erdogan ên li ser jinûve zindîkirina 'Projeya perwerde bike, bi çek bike' got, "Li DYA nêzîkatiyeke bi vî rengî nîne. DYA dixwaze Beşar Esad bimîne. Yanî naxwazin dewlet hilweşe. Ji ber vê yekê, ti şensê wê projeya ku Tirkiye dixwaze ji nû ve zindî bike, hema hema qet nîne. Ji ber ku dibînin, ku ew proje projeyeke carekê têk çûye."
SEYÎT EVRAN / ANF / QAMIŞLO