Piştî hin hevdîtinan bi zarokan re hatin gel hev. Zarokên li Sûr û Wargeha Şengalê yên temenê wan di navbeyna 9-15 salan de, beşdarî xebatên wêne, muzîk û vîdeoyî bûn. Organizasyona ku ji hêla Kîbar Suvarî û Bariş Seyîtvan ve hat kirin, li Mala Dengbêjan atolye hat lidarxistin.
Trawmaya şer ji ser xwe davêjin
Atolyeya ku ji hêla Françoîs Legeoît, Gael Le My û Tony Rublon ve hat lidarxistin, 3 hefteyan dewam kir. Françoîs Legeoît diyar kir ku ji ber ew bi zarokan re hatine gel hev kêfxweş in. Legeoît qala tesîra hunerî ya li ser zarokan jî kir û got: “Zarok bi çêkirina wêne û kêşandina wêneyan kêliyekê be jî trawmaya şer li ser xwe davêjin.” Her wiha wêneyên ku di encama atolyeyê de hatin amadekirin dê di îro saet di 18.00’an de li Park Ormanê bên pêşandan.
DÎHA/AMED