NURNBERG: Meclîsa Gel a li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, kongreya xwe lidar xist. Bi qasî 200 delege beşdarî kognreyê bûn û tevî meclîsa li 57 kesî, komîsyon hatin hilbijartin. Di kongreyê de Asya Karataş û Hasan Kuçuk bûn hevserok.
DRAGÛÎGNAN: Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, Navenda Çanda Kurd kongreya xwe pêk anî. Siyasetmedarê Kurd Mûrat Ceylan peyivî û diyar kir, AKP û çeteyên DAIŞ‘ê yên barbar bûne gefek li dijî tevahiya mirovahiyê. Ceylan ji bo refearndûmê jî banga dayina dengê NA kir. Piştî axaftinan, rapora karê salekê hat nirxandin û tevî meclîsa ji 60 kesî, ji bo hevserokatiyê Gulbeyaz Yilmaz û Mûzaffer Guler hatin hilbijartin.
HEÎLBRONN: Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), kongreya xwe ya 4. a asayî lidar xist.
Piştî nirxandina rapora karê salekê, hilbijartin hat kirin û Saît Ozturk û Rewşen Dîkat bûn hevserok. Meclîsa ji 61 kesî ya ji 11 komîsyonan pêk tê, hat hilbijartin.
ÎNNSBRÛCK: NCKD a bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê jî kongreya xwe pêk anî. Piştî nirxandina rewşa siyasî û rapora li ser karê salekê, meclîsa nû hat hilbijartin. Guler Rodî Amed û Kazim Agirî bûn hevserokên navendê.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, NCDK’ê kongreya xwe pêk anî. Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 63 kesan hat hilbijartin. Ayfer Kahraman û Ciwan Çewlik bûn hevserok.
NAVENDA NÛÇEYAN