HPG û YJA-Starê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker da. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 19 eskerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Li Geverê 8 esker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG (HPG-BÎM) têkildarî çalakiyên gerîla yên li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê agahî da. Di daxuyaniya HPG’ê de tê gotin, gerîlayan derbeke giran li artêşa Tirk daye û di çalakiyan de 19 eskerên Tirk hatine kuştin. Agahiyên berfireh di daxuyaniyê de weha têne dayîn: “Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê de, 27’ê Tîrmehê destê sibê li herêma Deriyê Cafer ê navçeya Gever a Colemêrgê yekîneyeke dagirkeran xist kontrola xwe. Heman rojê, gerîlayan ji nêz ve lê da. Di çalakiyê de yek jê fermandarê yekîneyê bi giştî 8 esker hatin kuştin. Di çalakiyê de zirar negihişt gerîlayan.
Li Çelê 11 esker hatin kuştin
26’ê Tîrmehê, şeveqê hêzên gerîla bi taktîka kemînan, li dijî eskerên artêşa Tirk li rêya Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih kiribûn, çalakiyek li dar xist. Gerîlayan ji nêz ve ji du baskan ve li yekîneya dagirkeran xist. Di çalakiyê de 11 esker hatin kuştin û 2 esker jî birîndar bûn. Hêzên gerîla hemwext li baregeh û çeperên dagirkeran ên li Girê Xeregol da. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin û qada çalakiyê bi balafirên şer, topên hawan û obusan bombe kir.
2 gerîla şehîd bûn
Di vê bombeberanê de gerîla Ramazan Bozkûrt bi nasnav Çiya û Bîlal Kaplan ê bi nasnav Xwînrij şehîd bûn."
Di daxuyaniyê de li ser kesayeta Çiya û Xwînrij jî HPGê got, her du gerîlayên me bi kesayeta xwe ya fedekar û qehreman di nava hevalên xwe de dihatin naskirin.
HPGê di serî de ji malbatên herdu gerîlayên leheng, ji tevahî gelê Kurd re sersaxî xwest û got, em ê alaya azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serfiraziyê.
ANF / BEHDÎNAN