Gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran li artêşa dagirkeran didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên li Colemêrgê ev agahiyên hanê dan:
“Hêzên me 27’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a li ser girê Şehîd Colemêrg, çalakiyek kir. Wan ji du baskan ve derbên giran li kozik, stargeh û makîneyên kar ên dijmin xistin.
Şeşo hefto çûn
Di encamê de dozerek, kozikek û 2 stargeh bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 7 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.
26’ê Cotmehê gerîlayan derb li eskerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xistin. Di çalakiyê de ji du baskan ve li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin, stargehek û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin û 6 esker hatin kuştin.
Tenê artêşa dagirkeriyê ye
24’ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker li herêma gundên Pirejman û Heftenîn ên navçeya Pîran a Amedê dest bi operasyonê kir. Yekîneyên dijmin avêtin ser gelek malên li herêma operasyonê, zext û êşkence li gel kirin. Eskerên Tirk êvara 25’ê Cotmehê neçar man bê encam xwe ji herêmê vekişînin.”
ANF/BEHDINAN