Ev liv û tevgera li Geverê zêde bûyî, li gorî çavdêran ji bo êrîşeke berfireh a li hemberî 9 taxên Geverê ye. Ji ber vê jî xelkê navçeyê li hemberî hewldana komkujiyê li ser piyan e û li taxên xwe nobeta berxwedanê digirin.

Piştî ragihandina rêveberiyên xweser, heta niha li navçeyê di êrîşên dewleta Tirk ên vê dawiyê de 10 welatiyan jiyana xwe ji dest da, tevî vê jî welatî biryardar in ku nehêlin hêzên dewleta Tirk xwe nêzî taxên wan bikin. Wesayîtên leşkerî yên zirîhpûş ku hêzên taybet têde ne û ji aliyê Wanê hatin li Tabura Hidûd a Bajêrgê, Qereqola Cendermeyan a Kamişli, Tabura Efeyan û Fermandariya Alaya Geverê hatin bi cih kirin. Her wiha gelek cebilxaneyên leşkerî û tankerên mazot barkirî anîn Qereqola Karabey a li têketina navçeyê. 

Dewletê bi nîvotobusên zirxîhpûş gelek tîmên taybet anîn navçeyê. Di nava wan de tîmên taybet ên pordirêj, bi rih û hin ji wan bi erebî diaxivin jî tevlî operasyonan dibin ku delîleke ji bo hevkariya çeteyan û deweta Tirk de.

Li dijî sewqiyata ji bo dorpêçkirina Geverê welatiyên taxên Cumhuriyet, Orman, Eskî Kişla û Mezarlikê li têketina taxan bend danîn û dest bi parastinê kirin. Li taxên Yeşîldere, Dizê, Gungor, Esentepe û Esenyurtê jî welatiyan dest bi xurtkirina bendên taxên xwe kir. Gelê Geverê li taxên xwe agir dada û li dora agir nobeta berxwedanê digire.