Bi armanca zîndikirina çand û reseniya kurdayetiyê, her sal li gundê Gewredê yê girêdayî navçeya Çemçemal Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Gewredê tê lidarxistin.

Îsal mîhrîana 5’emîn hat lidarxistin û di serî de jin, hemû welatî bi cilên xwe yên rengîn û bi xwarinên xwe yên herêmî tev li mîhrîcanê bûn. Berpirsê lijneya amadekar a mîhrîcanê Şêx Kemal Şêx Hacî da zanîn ku gundê Gewredê jî di sala 1988’an de ji hovîtiya Enfalê para xwe girtiye û ev hovîtî şermezar kir. Di mîhrîcanê de dengbêj jî derketin ser dikê û ji bo mêvanan kilam gotin. Di berdewama mîhrîcanê de lîstika şanoyê ya ku balê dikişîne ser girîngiya neteweyî, hat pêşkêşkirin. 


ÇEMÇEMAL