Çavkaniyên YPG`ê yên li herêma Girê Spî (Til Ebyed) diyar kirin ku çeteyên ser bi koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku li gundê Yaqorê yê rojavayê Girê Spî bi cih bûne, xwestine êrîşî gundên herêmê bikin, li ser vê yekê yekîneyên YPG`ê bersiv dane û pevçûn derketiye.  Çavkaniyan diyar kirin ku pevçûnê nêzî saetekê dewam kiriye û di encamê de 4 çete hatine kuştin û erebeyeke leşkerî jî hatiye derbkirin.

Hate gotin ku komên çete neçar mane ji herêmê vekişin.Heman çavkaniyan dan zanîn ku komên çete yên li gundên Kendal û Girê Sor ên rojavayê Girê Spî jî hewl dane êrîşî gundên herêmê bikin, lê hêzên YPG`ê bersiv dane û pevçûn rû daye. Hate ragihandin ku di pevçûnên ku çend saetan dewam kirin de gelek endamên komên çete hatin kuştin, lê der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelah nehatine bidest xistin.

GIRÊ SPÎ