Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, Newroz piştî 22 salan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Şêniyên bajêr ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin, danê sibehê berê xwe dan gundê Kopirlikê yê li rojavayê Girê Spî. Tevî Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen, koçberên ji Reqayê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Serokên êlên ereb ên li herêma Girê Spî; Hinada, Meşhûr, Boesaf, Cês, Bûxemîs û Nehîm jî li qada pîrozbahiyê amade bûn. Şêniyên bajarê Girê Spî, li ser girê Kopirlikê ku beriya 2 salan ji aliyê YPG/YPJ'ê ve ji çeteyan hatibû rizgarkirin, bi coşeke mezin pîroz kirin. Newroza li vê derê herî dawî di sala 1995'an de hatibû pîrozkirin. 


 GIRÊ SPÎ