
Li herêma Girkê Legê şerê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cephet El-Nusra de ku nêzî 2 mehan beriya niha bi êrîşên komên çekdar dest pê kiribûn, didomîn. Hêzên YPG/YPJ’ê piştî ku êrîşên çeteyan şikandin, dest bi operasyonên paqijkirina herêmê ya ji çeteyan kiribû. Operasyona herî mezin jî hefteyek beriya niha bi navê “Operasyona Şoreşgerî ya Çekjîn Efrîn” li herêma Serêkaniyê û Girkê Legê hatibû destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de duh li gundên Xedean, Mişêrfa û Quwêtle ku di navbera 5 û 7 kîlometreyan de nêzî bajaroka Til Koçer in li dijî komên çete çalakiyên hemwext hatibûn lidarxistin.
Di encama çalakiyan de hersê gundên ku li cihên stratejîk in hatibûn rizgarkirin û komên çete windahiyên mezin dabûn. Di heman demê de li derdora gundên Girhok, Girê Fatê, Yusufiyê, Til Hecer û Sefajî hêzên YPG’ê çalakî lidar xistibûn. Hate ragihandin ku piştî van çalakiyan şevê din jî li derdora gundên Girhok, Mişêrfa û Yusufiyê pevçûnan cîh bi cîh dom kirin, lê der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Nasnameya 2 şervanan hat diyarkirin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê nasnameya şervanekî YPG’ê û Endamê Mala Gel a Reqayê ku di encama êrîşên çeteyan de şehîd ketibûn, aşkera kirin.
Bi armanca îlankirina nasnameyan li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîma ku bi sedan welatî tev lê bûn de hat diyarkirin ku Endamê Mala Gel a Reqayê Fethî Osman û şervanê YPG’ê Baran Kobanê di êrîşên çeteyan ên li Reqayê de şehîd ketine.
Pîştî diyarkirina nasnameyan, welatiyan ji malbata Endamê Mala Gel a Reqayê Fethî Osman re sersaxî xwest. Piştre girseyê ji vir derbasî mala malbata şervanê YPG’ê Baran Kobanê bû li wir jî merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Fermandara YPJ’ê Meysa Ebdo axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên li ser rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku dê êrîş tu carî îradeya gelê Kurd têk nebin. Ebdo, soz da ku YPG/YPJ dê li ser soza xwe ya parastinê û heta dawî li ser riya şehîdan bimeşin.
Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Seydo jî diyar kir ku tu ambargo û êrîş dê îradeya gelê Kurd têk nebin. Li ser navê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa jî axivî û destnîşan kir ku mafê gelê Kurd e ku parastina xwe bike.
GIRKÊ LEGÊ-KOBANÊ / ANHA