Di pêşengehê de Serokê Desteya Xweza, Şûnwar û Turizmê ya Kantona Cizîrê Luqam Ehmê û Cîgirên wê Axîn Siwêd û Ziyad Rustem, cigirên hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûsa Mûsa û Nadiya El-Yûsif û bi dehan ji endamên saziyên civaka sivîl û endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.
Pêşangeh ji aliyê Serokê Desteya Xweza, Şûnwar û Turizmê ya Kantona Cizîrê Luqam Ehmê û şandeya Hevserokatiya Kantona Cizîrê ve hate vekirin.
Ehmê armanca vekirina vê pêşangehê vegot û diyar kir ku armanc ew e ku dîrokê bi nifşên nû bidin nasîn û dergehekî vekin ji bo dîrok û çanda Rojava da ku civaka navneteweyî vebe.
Cîgira Hevserokatiya Kantona Cizîrê Nadiye El-Yûsif vekirina pêşangehê pîroz kir û weke gaveke dîrokî bi nav kir ji bo danasîna dîroka Kurdî ku bi destên rêjîma Sûriyê hatibû wendakirin. Di pêşangehê de tabloyên dîrokî yên herêma Xabûrê hatin daliqandin, wê 3 rojan dewam bike.
ANHA / GIRKÊ LEGÊ