Navenda Çand û Hunerê ya Girkê Legê di sala 1986’an de bi xebatên koma muzîk û şanoyê ku navê têkoşer Cahid Mihyedîn ê di nava Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, lê hatibû kirin, destpê kirin. Di sala 1988’an de navê komê wekî “Koma Serhildan” hate guhertin.
Di xebatên komê de 50 -60 endaman kar dikir û gelek ji wan piştre tevlî Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê bûn û gihîştin şehadêt. Endamên komê Ferhad Heso, Xalîde Adem Tel Cemal, Salar Rêbariya, Dara Av Dugura, Bengîn Çekêka, Fîras Abrî û Ebdulmecîd Pekrewan ku tevlî têkoşîna azadiyê bûn û gihîştin şehadetê, bûn rênasên xebatên çandê.
Koma Serhildar ji ber zulim û zora rêjîma Baas li ser huner û çanda Kurdî tenê di cejna Newrozê û çalakiyê şoreşgerî de karibûye bernameyên xwe pêşkêş bike.
Gelêk kom hatin avakirin
Di destpêka pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, di xebatên çand û hunerê de jî pêşketinên gelekî girîng çêbûn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) hate avakirin. Di vê pêvajoyê de li Girkê Legê jî Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a girêdayî TEV-ÇAND’ê hate vekirin û Koma Serhildan xebat li vir domandin.
Piştî vekirina navendê ya li bajarokê Rimêlan, gelek komên din ên wekî, “Alîniya ya Jinan, Koma Govendê û Koma Zarokan” hatin avakirin. Her wiha di warê şanoyê de jî komên wekî “Koma Hêvî û Koma Yekta ya Zarokan, Koma Zîlan û Gulan a
Rêveber piranîn jinin
Di rewşa niha de li navendê 80 endamên ku ji wana 25 zarok in kar dimeşînin. Her wiha Meclîsa Rêveber a navendê ji 6 jin û 3 zilaman pêk tê xebat dimeşîne.
Dîsa komîteya jinê, komîteya pêşxistin û parastina çanda kurdî, komîteya têkiliyên bi rêxistin, sazî û kesayetên bi hunerê re eleqedar dibin hatine avakirin.
Perwerde
Rêveberên navendê Ferzende Remezam, Evîn Mihemed û Elaa Îbrahm gotin ku aramanca wan ew e ku çanda şoreşgerî a Rojava vebêjin û folklora resen biparin, her wiha pêş bixin.
AHÎN BEREKAT/ ANHA-GIRKÊ LEGÊ