Êrîşên El-Nusra rastî bersivdayîna tund a şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tên. Di êrîş û pevçûnên derketin de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn, her wiha di wan pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê û welatiyekî Ereb jiyana xwe ji dest dan. Li derdora gundê Girhok ê li başûrê Girkê Legê ji demjimêrên sibehê de pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra de derketin û heta niha dom dikin. Di encama pevçûnan de 2 şervanê YPG’ê û welatiyekî Ereb ê sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Til Elo jî pevçûn bi awayekî demî dom dikin û derbarê kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Li Tirbespiyê jî çekdarên El-Nusra şêva din êrîşî gundên Taya, Mazlûma û Mihemed Diyab kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn heta doh serê sibehê dom kir. Di van pevçûnan de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn, her wiha şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest da û 2 birîndar bûn.
Komên çete doh  êrîşî benda YPG’ê ya li gundê Yûsifiyê li başûrê Tirbespiyê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Pevçûn derdora 45 deqeyan dom kir û êrîşkar neçar man ku xwe paşve bikşînin.

Nasnameya 6 şervanan hat aşkerekirin

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxwiyaniyek nivîskî nasnameya 6 şervanên ku di şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra de li herêma Til Ebiyed û gundê Til Elo de şehîd ketin aşkera kir.
Di daxwiyaniyê de hat destnîşankirin ku 5 şervanên di 21’ê tîrmehê de li herêma Til Ebiyedê  têkilî ji wan qut bûbûn şehîd ketine.  
Nasnameya 5 şervanên YPG’ê wiha ne:
Fehîma Qadir (Peyman Kobanê) di sala 1986’an de li gundê Dogirê ji dayik bûye.
Serhildan Îbrahîm (Nejbîr Kobanê) di sala 1994’an de li gundê Xirbistanê ji dayik bûye.
 Qadir Teyar (Mêlîtan) di sala 1985’an de li gundê Dêhabanê ji dayik bûye.
Ehmed Kendal di sala 1973’yan de li gundê Kendal ji dayik bûye.
Endamê hêza asayîşê, Mihemed Cimo 1970’ê de li Kobanê ji dayik bûye.
Her wiha YPG’e diyar kir ku şervanekî di şerê li gundê Til Elo yê Çilaxe de birîdar bû jî şehîd ketiye û nasnama wî jî hat aşkerakirin.
Îbrahîm Yusv (Agirî) di sala 1983’yan de li Girkê Lehê-Girziyaretê Çêlê ji dayik bûye.

TIRBESIPIYÊ




Ji Asayîşa Rojava hişyarî

Asayîşa Rojavaya Kurdistan bi daxuyaniyekî nivîskî weşand, sazî û dezgehên Rojavaya Kurdistan şiyar kir ku, ji bo ewlehiya navendê xwe nobettên cihê bigrin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dibe hemû saziyên Rojavaya Kurdistan nobeta xwe bigrên û dinava ewlehî de bin.  Asayîş “piştî ku êrîşên dawî yên komên çekdar li dijî Rojavaya Kurdistan tên kirin û li gelek bajarên Rojava bi êrîşên cûr becûr pêk tên. Armanç ji van êrîşan têkbirina Rojavaya Kurdistan e.”
Asayîşa Rojavaya Kurdistan diyar kir ku wan heta niha gelek êrîş berteraf kirine, lê diyar biye ku, dê wan êrîşan dewam bikin. Jiber wê dibe hemû bajar û gundên Rojavaya Kurdistan bi hêşiyarî tevbigerin.
Dixuyaniyê ev xal hatin rêzkirin ku ji saziyên Rojava hate xwestin ku pêk bînin:
1- Divê hemû sazî û dezgehên heremê li gora rewşa parastine hêşiyarbe û li gora wê tevbire.
2- Divê hemû sazî dezgeh li gora derfetên xwe, her dem nobeta xwe bigrin.
3- Hemû rêvebir, endam û berpirsiyarên sazî û meclîsan ji bo ewlekariya xwe di vê tu carî bi tenê negerin.
4- Di rewşeke awerte de divê bi awayekî xûnsar nêzîkatî bê kirin û asayîşa herî nêz bê agahdar kirin‫.‬
5- Cih û wesayîtên ku sazî û dezgeh bi kartînin, divê bi hişyarî bê bi kar anîn‫.