Arkeologan li yek ji navendên Sumeriyan ên pêşî Girsûyê (li Tel Telloh a îro, li bakurê bajarê Iraqê Basrayê) navendeke diyarî xwedeyê şer kirî, dît. Li vî cihê ku di dema Ubayd (5300-4800 beriya mîladê) de jî ava bû, pisporên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo Projeya Girsûya Kevin li Telloh kar dikin, ev yek kifş kirine. Ev kifş li qismê “pîroz” ê Girsûyê yê bi navê Uruku hatiye kirin. Li vir îbadetgeha ji bo xwedayê şer ê Mezopotamyayê Nîngirsû hatiye dîtin. Komê karî ji dîmekeî ji peykê hatî girtin ê sala 1960î vî cihê tesbît bike. Piştre bi alîkariya dîimenên dronan jî nexşeyeke îbadetgehê û hawîrdora wê karî bê çêkirin. Ji sala 2018’an ve komê bi kolana erdê dîwar derdixistin holê. Sala 2019’an devera rîtuelên dînî derket meydanê. Wan wekî din 300 berhemên weke tas, kovik û dîzikên di dema rîtuelan de hatine bikaranîn. Ev hemû jî li dora yan jî nava çaleke bi navê “favissa” (Çala rîtuelan) hatine dîtin ku qederê 2 metro û nîvan kûr e. Yek ji berhemên herî girîng li vî mekanê qederê 5 heyar salan kevin de çûkekî ji bronzê yê temsîla xwedawenda avê Nanşê bû; yeke din jî vazoyek bû ku navê Nîngirsû, xwedayê şer li ser bû. Arkeologan wekî din hestûyên heywanên kedî kovî û xweliya ji ber agirên mezin mayî jî dîtiye.

 

HEWLÊR