Girtiyê bi navê Kahraman Guvenç, diyar kir ku wê çalakiya greva birçîbûnê ya ji ber pêkanînên li girtîgehan daye destpêkirin veguherîne rojiya mirinê. Girtiyên din jî diyar kirin ku bi gelek pirsgirêkên wek, lêgerîna tazî, pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê û xesbkirina mafên agahîwergirtinê re rû bi rû dimînin. Girtiyên ji 5 girtîgehên cûda name ji DÎHA re şandin û pirsgirêkên bi wan re rû bi rû tên û zextên rêveberiyên girtîgehan ên li hember girtiyan anîn ziman. Di nameyan de tê dîtin ku girtîgeh cûda bin jî pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan li hemû girtîgehan yek in.


Sansûrkirina çapemeniyê

Girtiyê bi navê A. Hamît Babat ê li Girtîgeha Sîncan a Sergirtî Hejmar 2 Tîpa F de dimîne di nameya xwe de da xuyakirin ku piştî fîrara li Girtîgeha Çewlikê zextên li hemberî girtiyan zêde bûne û ev xusûs destnîşan kir, "Li girtîgeha ez lê dimînim, gardiyan timî aloziyan derdixin, nêzîkatiyên provokatîf pêk tînin. Hevalê me yê bi navê Zulkuf Gezen dema ji Girtîgeha Gîresûn anîn vir ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir, ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin. Lêgerîne tazî bûye tiştekî rûtîn." Babat di dewama axaftina xwe de got ku mafê wan ê agahîwergirtinê tê astengkirin."

'Ez dikevim rojiya mirinê'

Kahraman Guvenç ê ji Girtîgeha Kocaelî ya Sergirtî Hejmar 1 Tîpa T faksek şand û da xuyakirin ku ji 12'ê Kanûna 2013'an heta niha di greva birçîbûnê de ye û got, "Sedema wê jî binpêkirinên mafan û ji ber dosyaya min a me şandibû DMME'yê wenda ye." Guvenç di dewama faksa xwe de bal dikişîne ser van mijaran: "Li derve kesî ku alîkariyê bide min nîne. Hêzên tarî dixwazin ji vê sûd bigirin. Dixwazin ez bê şert û merc teslîm bibim û zerarê bidim hevalên xwe. Di 16'ê Çileyê de ez dest bi rojiya mirinê dikim. Di aliyê huqîqî de pêwîstiya min bi parêzerekî heye."

'Pûşiyên me nadin me'

Melek Bozyaka ya li Girtîgeha Sergirtî Tîpa E de dimîne di nameya xwe de destnîşan kir ku piştî îsyana li girtîgeha Mûşê rêveberiya girtîgehê dest daniye ser pirtûkên jinan û pirsgirêkên xwe wiha bi rêz kir, "Pirtûkên ji kargoyê ji bo me tên nedan me û bi israr dibêjin, 'Em nadin'. Pêdiviyên me yên ji kargoyê tên jî bi sînor didin me. Pûşiyên ku ji me re tên jî bi sedema qedexe ne nadin."

Lêgerîna tazî

Îsmaîl Kaya yê li Girtîgeha Bolu Tîpa E de dimîne jî di nameya xwe de da zanîn ku pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan dewam dikin, rastî lêgerîna tazî tên û ev xusûs diyar kir, "Tevî ku min got, ez nexweşim û ji nexweşxaneyê jî têm tevayî cilên li ser min derxistin. Min jî li hember vê dirûşm qîr kirin. Ji ber van pêkanînên binpêkirina mafan, girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê."

Zarok travma dijîn

Îzzetîn Yildiz ê ji Girtîgeha Mêrdîn a Tîpa E name şand diyar kir ku di 28'ê Kanûna 2013'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatiye binçavkirin û tiştên jiyana bi hevokan tîne ziman, "Tevî ku min ji wan re got, ez ji pişta xwe emeliyat jî bûme, polîsên hêzên taybet ez avêtim erdê û pêl pişta min kirin. Li aliyê din jî li birayê min didan. Navê jinekê pirs kirin me got, em nas nakin. Li ser vê yekê çek kirin serê tevayî ferdên malê. Bi çekê li kurê min ê diçe dibistana amadeyî dan. Di malan de tiştek nehat girtin." Yildiz diyar kir ku ji ber vê bûyerê zarokên wî travmaya derûnî dijîn."

DIHA/ENQERE