Girtiyên PKK'î ku her tim ji ber li hemberî pirsgirêkên civakî bi hestiyar in û herî dawî ji bo rakirina tecrîdê û astengiyên li pêşiya parastina zimanê zikmakî bên rakirin dest bi çalakiya greva biçîbûnê kirin vê carê ji bo alîkariya Rojava dest bi tevgerê kirin. 100 girtiyên ji doza PKK'ê yên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimînin biryar dan ku lêçûnên xwe yên mehekê ji Rojava ra bişînin. Girtiyên ji bo vê yekê dest ji cigarê berdan û kiryariyên xwe yên qantînê jî betal kirin. Girtî bi pereyê kom dibe wê alîkariyê bikin. Di çarçoveya kampanyaya ku wê di meha Çileyê de pêk bê, li bende ne ku 3-4 hezar TL. werin komkirin. Girtî di rojên pêş de wê bi heman armancê li gorî derfetên xwe hinek çalakiyan bikin û bi vê yekê ya hemû kes bikin heye nîşan bidin.

Weke Esad tevdigerin

Di daxuyaniya hevpar a girtiyan de ji bo Rojava banga bihestiyariyê hate kirin wiha hate gotin: "Heke derfetên me guncav ban em ê bi xebatekî berfireh hemû êşên gelê Suriyeyê parve kiriban. Lê mixabin derfetên me ji bo vê yekê rê nadin. Em dixwazin balê bikşînin ser ambargoya taybet a li hemberî gelê Rojava (Kurd, ereb hwd.) Rêveberiyên dibêjin 'alîkariya însanî' û bihestiyariya 'gelên mazlum' nîşan dikin, lê bi ramana nîjadperestî, ummet û meshepî tev digerin. Nêzîkahiya li hemberî gelê kurd ji nêzîkahiya Esad cuda nîne. Em di serî de Tirkiyeyê û hemû derdorên din ên alîkariyên diçin Rojava asten dikin û deriyên sînoran digirin, li gel vê yekê bi çeteyan dixwazin li wir bingeha karesatekê çêbikin amade dikin bi sosret temaşe dikin. Ev yekê dijminahiya kurdan e. Rêveberiya Kurdistanê bi girtina deriyên sînor bû tevkarê van polîtîkayan me qehir dike. Ji ber vê yekê em bi vê alîkariya xwe ya biçûk a manevî dixwazin êşên gelê Rojava parve bikin û berxwedana wan silav bikin."


KENAN KIRKAYA / DÎHA/KOCAELÎ