Li Girîgeha Şakranê ya Hêjmar 4 a Tîpa T zextên li ser girtiyan di asta herî jor de ye.  Girtiyê bi navê Serdar Kartal nameyek şand û diyar kir ku 10 meh berê ji Gitîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi hinceta cih tune sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatin kirin. Kartal, da zanîn ku nêzî 100 girtiyên ku hatin sirgûnkirin doza wan li Amedê tê dîtin û wiha got: "Girtî neşandin dadgehê. Xwestin bi riya telekonferansê îfadeya wan bigirin. Lê bi hineta tev li dadgehe nebûne niha ceza li girtiyan dibirin. Bi rêbaza telekonferansê girtî û parêzerên xwe nikarin bi hevre hevdîtin bikin. Hevalên me yên bi 1000'an kîlometre dûrî dadgehê nikarin parastina xwe bikin. Dîsa ji hevser, zarok, dayik, bav, xwişk û birayên xwe dûr in. Nikarin ziyaretan pêk bînin. Rayedarên girtîgehê bi hincetên cuda girtiyan naşînin dadgehê û niha heyet jî ceza li wan dibire.

Girtî Kartal, destnîşan kir ku li aliyekê neheq tên sirgûnkirin, li aliyekî rastî lêgerina tazî û lêdanê tên û li aliyê din jî hem naşînin dadgehê û hem jî ceza li wan dibirin. Kartal, da zanîn ku dîsa dema girtiyên nexweş dibin revîrê jî dixwazin wan dest kelepçekirî muayine bikin û girtiyên vê yekê qebûl nakin jî wan destkelepçekirî vedigerînin girtîgehê. Kartal, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê di girtîgehê de ceza li ser ceza dibire û li gorî keyfa xwe ceza li wan dibire. Kartal, destnîşan kir ku gelek hevalên wan ên nexweş nayên sewqkirin û yên diçin nexweşxaneyê jî bêyî derman bikin wan paşve vedigerînin.

Lêgerîna keyfî

Kartal, bal kişand ser serlêgerina girtiyan û wiha got: "Rayedarên girtîgehê êdî bê pîvan û sinc li ser mirovan lêgerinê dikin. Girtiyan tazî dikin û lêgerînê dikin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin jî rastî cezayê dîsîplîn û lêdanê tên û wiha got: "Di lêgerînê de îşkenceyê li girtiyan dikin. Rayedarên girtîgehê li gorî xwe pîvanan datînin. Em bang li her kesî dikin û dixwazin li hemberî van pêkaninan guh bidin dengê wîcdanê xwe."
Girtiyên di Girtîgeha Hejmar 4 a Tîpa T a Şakranê de dimînin evin: Eyup Kuas, Azîz Sevinç, Alaadin Beyret, Ugur Ertene, Devran Golgen, Serdar Kartal, Muslîm Şahîn, Delil Elçî, Murat Ozdemîr, Agît Becel, Yusuf Oguz. 

DÎHA/AMED