Ramazan Atar ku 11 meh berê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li Koxuya zarokan dihat girtin. Dayika Atar Ferha Atar, diyar kir ku roja sêşemê bi kurê xwe Ramazan re bi telelefonê axivî û wiha got: Kurê min got 'Dê min bikujin. Li ser vê yekê ez roja çarşemê çûn hevditinê. Gardiyan Mustafa, Vahap û Cengiz li wir bûn. Min ji wan xwest ku kurê min ji koxuşê derxin û cihê wî biguherin. Min got ger ku hûn tiştekî nekin ez dê serî li dozger bidim. Gardiyanan jî ji min re got hewce nake em dê pirsgirêkê çareser bikin. Kesê li koxuyê bi kurê min re şer kir kesê bi navê 'Miho' ye. Kurê min got gefan li wî dixwin. Van kesan kurê min kuşt. Ez ji 3 gardiyan û kesê bi navê Miho dozdar im.
'Ser û parsuyê kurê min şikestibû'
Dayika Ramazan Ferha Atar anî ziman ku di otopsiyê de dît ku kurê wê rastî lêdanê hatiye û gelek perçeyên bedena wî reş û şîn bûbû. Ferha,da zanîn ku pişt, parsu û serê kurê wî hatibû kişandin û pişê wî jî reş bûbû û wiha got: "Gardiyanan destûr neda ku ez daxwaznameyê bidim. 6 mehê kurê min mabû. Kurê min teqez întîhar nekiriye. Kurê min pişti rastî lêdanê hatiye hat qetilkirin. Xwedê jî vê yekê qebûl nake. Bav Osman Atar jî anî ziman ku ew ji her kesî dozdar e û xwest bûyer ronî bibe. Hat zanîn ku bav û dayik Osman û Ferha li navçeya Sûrê di nava şert û mercên pir xerab ê jariyê de dijîn.
Balkêş e heta niha rayedarên girtîgehê û Waliyê Amedê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.
DÎHA/AMED