Li gorî raporta Komeleya Mafê Mirov a Îranê 2 kesên bi navê Mamosta Kawa Weysî û Muxtar Rehmî di roja Çarşemê ji Girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê şandine Benda 240 ya Girtîgeha Ewîn ya takekesî. 4 kesên din jî yên bi navê Kawe Şerîfî,  Bihrûz Şae Nezerî, Talib Milkî û Şehram Ehmedî jî hola 10 ya Girtigeha Recayê ya bajarê Kerecê şandine girtîgeha Ewîn. Çavkaniyekî ji Girtîgeha Ewîn ragihand ku, ev 6 kes ta niha li Benda 240 ya Girtigeha Ewîn ya takekesî dimînin û nêzî 15 rojin dest bi gireva birçîbûnê kirine. Ev kes ragihand ku ev girtîgeh ne girêdayî Rêveberiya Girtîgehan ne, girêdayî Wezareta îtlaetê ye û wiha got: “Ji roja ew kesane hatîn girtin ta niha tenê carekê rêdaye wan bi rêya telefonê peywendiyê li gel malbatên xwe bikin.”Heman çavkaniyê da diyar kirin ku, 6 kesên girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, malbatên wan di tirsin ku piştî heyva Muheremê darve bikin.

TEHRAN