Pişî li Bergamaya Îzmîrê, Çiyayên Kaz û nêzî gundê Hasangazî yê navçaya Ulukişlayê yê Nîgdeyê lêgerîna zêr a bi siyanurê li par li naçveya Giyadînê ya Agiriyê hatibû destpêkirin û piştî gel bertek nîşanî xebatan da, xebata hatibûn rawestandin û xebatan careke din dest pê kir. Koza Altin A.Ş di bin kontrola leşkeran de xebatan dike. Gundiyan bertek nîşan xebatên careke din ji nû ve destpêkirin da. Gundiyan diyar kir ku sewalên li gundên Mollakara, Gedîk, Karaca û Kotancî li çoltar dema ku dihatin çerandin telefbûn. Gundiyan, anî ziman ku masiyên di Çemê Muratê li aliyê gundê Mollakaran de diçe telefbûn. Gundiyan, destnîşan kirin ku ji bo pirsgirêkên mezin pêk neyên ji rêxistinên sivîl ên civakî re daxwaza alîkariyê kirin.

Leşkeran gundî tehdit kirin
Berî rayedarên şîrketê di 16'ê gulanê de Qeymeqamê navçeyê Serdar Aslantaş, Fermandarê Boluka Cendirmeyan ê navçeyê Kubilay Ayvaz û Fermandarê Qerqola Ulukentê Latîf Degîrmencîoglu çûn gund û bi gundiyan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de ji gundiyan hate xwestin ku fîrma dê çareke di dest bi xebatan bike û tu kes mudaxeleyê li xebatan neke. Rayedaran, ji gundiyan re got heke li hemberî şîrtekê bertekek pêk bê dê leşker mudaxeleyê bikin û pişt re ji gund veqetiyan. Piştî bûyerê hinek gundî çûn cem Waliyê Agiriyê û bi rayedaran re hevdîtin kirin. Lê gundiyên tu encama bi dest nexistin careke din vegeriyan gund. Gundiyan, anî ziman ku tenê daxwazeke wan heye ew jî xebat bên rawestandin. Gundiyan bang li hemû kesên bi hestiyar kir ku li hemberî komkujiya xwezayê rawestin. 

DÎHA/AGIRÎ