Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pîlançoya şerên 4 rojan a hemleya Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ji raya gîştî re eşkere kir. Daxuyanî îro li bajaroka Eyn Îsa, ji aliyê Berdevka Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehemed ve hat xwendin.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wiha ye: “Qonaxa yekemîn a Hemleya Xezeba Firatê derbasî roja xwe ya çeremîn bû. Hemle heya vê kêliyê li gorî plana jê re hatiye danîn birêve diçe. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar bi çeteyên DAIŞ’ê re gelek gund û mezre rizgar kirin. Li vir me pêşketinên berbiçav qeyt kirin.

Rewşa eniyên Silûk û Eyn Îsa

Pêşketina hêzên me ber bi bajarê Reqqayê ve li ser 2 baskan pêk tê. Pêşketina li herdu baskan wiha ye:

 Silûk: Hêzên me li vê baskê 14 Km pêşve çûn û gundê Leqta yê xwedî cihek stratejîk ku li ser firehiyek mezin a hawirdora xwe serwer e û gundê El-Heyawî yê başûrê gundê Qenterî, ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.

Eyn Îsa: Li vê baskê jî hêzên me 14 Km pêşve çûn û gundên ′Etiye, Celîl, Qedriye, Ebdulhadî, Ebû Cîhad, Wehîd, El-Ibêd, EL-Sefa û Ebdullah′ tevî gelek mezreyên din ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.

Li gorî hijmara hatiye tesbîtkirin 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ji van cenazeyên 12 çeteyan di destên hêzên me de ne. Li ber cenazeyan, şervanên me hijmarek mezin a çek û cebilxaneya çeteyan bidest xistin.

Wesayitên bombebarkirî îmha kirin

Di vê hemleyê de çetyên DAIŞ’ê 7 tirimpêlên bombebarkirî teqandin. 2 çeteyan jî beriya hêzên me xwe bighînin wan, bombeyên xwe bi xwe de teqandin.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên me riya derketina koçberên Reqqayê ji gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de peyda kirin. Şervanên me şêniyên sivîl gihandin herêmên bi ewle.” 


 REQA