Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya Fermandarên QSD′ê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye: ″Em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk ji roja yekê ya avakirina hêza xwe, di hemû şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorî li hemû eniyan û her cihê ku me rizgarkiriye em li gorî  hemû zagonên şer û mafê mirovan û zagonên navnetewî û mirovî tevgeriyan. Her wiha me parastina mal û milkên welatiyan kir û mafê wan jî parast. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne em dikarin wekhevî û ewlehiyê pêk bînin. Em hemû pêkhateyên Sûriyê bi hemû reng û olên xwe ji wehşiyeta terorê û çeteyan zordaran rizgar dikin û hêza xwe ji vê yekê werdigirin.

Bi bawerî û tirsa me li ser parastina welatiyên Sûriyê, li gorî zagonên navneteweyî û mirovahî, em bang li hemû hêzên muxalif ên çekdar (ku baweriya wan bi mafê mirovan û demorkratiyê heye) dikin ku hemû rê û rêbazan parastina sivîlan ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demorkratîk hatine erêkirin, tev bigerin.“

Rêgez û pîvanên QSD’ê

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) de  rêgez û pîvanên ku pêwiste hemû hêz esas bigirin bi 9 xalan hatin formule kirin. Rêgezên QSD’ê ji raya giştî re aşkere kirin ev in:

1-Hêsankirin û gihandina alîkariyên mirovî (bê cudabûn) ji bo hemû herêman. Her wiha rêzgirtin û parastina xebatkarên ku bi karê gihandina alîkariya mirovî û tenduristiyê radibin. Ji bo gihandina xizmetên bingehîn ji koçber û penaber (bêyî cudabûna ol û netewan) destûr bê dayîn.

2-Rêzgirtin û parastina dibistan, nexweşxane, navendên olî, cihên çandî û hemû saziyên sivîl.

3-Dema jiyana sivîlan di mertirsiyê de be, destûr were dayîn ku veguhezin herêmên bi ewle. Lê  koçberkirina bi darê zorê qedexeye.

4-Qedexekirina tundiya cinsî, her wiha qedexekirina bikaranîna zarokan, ji bo karên leşkerî.

5-Parastina kesyatên ku herî zêde jiyana wan di metirsiyê de ye (di nava wan de zarok, jin û kesên bi temenê mezin û astengdar).

6-Divê çekên qedexekirî neyên bikaranîn û çek bi awayekî bê serûber neyên bikaranîn.

7- Ji bo parastina mafê jiyanê, Îdam qedexe ye.

8-Di dadgehan de, li hember zagonan rêzgirtin û peydakirina misogeriyên dadweriyê. Her wiha derbarê girtinê de, di aliyê zagonî de lîkolîn bê kirin.

9-Rêzgirtina mafê malbatê li gorî zagonên mirovî yên navneteweyî û kevneşopiyên me. Di vê çarçoveyê de, qedexekirina hemû rengê şidetê, destdirêjiyê, reşkirin û ne rêzgirtina rûmeta mirovan.


 HESEKÊ