Maseya krîzê ya ku ji rêxistinên tenduristî û rêxistên mafên mirovan pêk tê ragihand ku girtiyên çalakiya greva birçîbûnê bidawî kirî divê li nexweşxaneyan werin dermankirin. Ev maseyê krîzê ji aliyê Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) ve hatiye avakirin. Maseya krîzê li ser grevên birçîbûnê civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civîna li Navenda Giştî ya TTB’ê de Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman, Sekreterê Giştî yê TTB’ê Bulent Nazim Yilmaz, Serokê Odeya Tabiban a Enqere Vedat Bûlût û Sekretera Giştî ya SES’ê Pinar Îçel amade bûn.
Sînan Adiyaman got, divê miameleyeke tibî ya taybet bi çalakgerên grevên birçîbûnê re were kirin. Adiyaman bi domdarî got; “Girtiyên dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîn, yan naşînin nexweşxaneyan yan jî dema dişînin zorê li wan dikin.”
Adiyaman bang li rayedarên Wezareta Edalet û Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk kir ku li gorî hiqûqê tev bigerin.
Muayeneya bi kelepce sûc e
Hevseroka SES’ê Gonul Erden jî got, piştî agahiyên ji girtîgehan û bûyerên nerênî, weke SES û ÎHD bi Miduryeta Giştî ya Hepsan re civiyane: “Di hevdîtinê de hate gotin ku wê pirsgirêkan çareser bikin.
Dema ku rast û bi bandor tibî dest neyê werdan, em dizanin ku wê jiyana mirovan bikeve rîskê û xisara mayînde çêbe. Agahiyên ku girtî demeke dirêj li wesayîtên ring de tên girtin û muayineya bi kelepçê li wan tê ferzkirin. Muayineya bi kelepcê sûc e. Bi taybet divê sewqên nexweşxaneyan bi ambûlansan çêbe. Ji hepsên Şakran, Tekîrdag, Patnos û Mersînê agahiyên pirsgirêkan tên.”
Ji bo dawî li zilmê bê ÎHD dixebite
ÎHD´ya Edenê jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku li hepsên Edene, Osmaniye, Antalya û Alanyayê girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. ÎHD´ê da zanîn ku ew bi rêveberiyên van hepsan re hevdîtinan dikin da ku vê zilmê bi dawî bikin.
ENQERE / EDENE