Di salek dawî de heta niha wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG'ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê malbatan ve pêk ne hatiye. Li gorî daneyê MEYA-DER'ê 26 gerîlayên HPG’ê hatine Meletiyê ji bilî 5 kesan, cenazeyê 20 gerîlayan li Goristana Bêkesan ya Şaredariya Meletiyê hatine defin kirin. Seroka MEYA-DER'ê ya Şaxa Amedê Leyla Ayaz diyar kir ku, destûra wergirtina cenazeyan bi tu awayî nayê dayîn û Wezareta Dadê û waliyê Meletiyê ji bo destûrê cenazeyan gokê davêjin ber hev.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya ya Dîcle DÎHA’yê di nava salekî dawî de heta niha malbatan ji bo ku cenazeyên xwe bibin rojhlatê Kurdistanê yek ji van cenazeyan jî ne hatiye wergirtin. Hem Komara Îranê û hem jî Tirkiye ji ber rêziknameyê wergirtina cenazeyan qebûl nake. Li gorî Wezareta Dadê daxuyaniya ku dide dibêje, waliyê wî bajarê kuderê pêkan bibîne malbat dikarin cenazeyê xwe bibin defin bikin. Lê heta niha waliyê Meletiyê tu derê pêkan ne dîtiye û ji ber vê yekê hemû cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên Rojhilatê Kurdistanê li Goristana Bêkesan ya Şaredariya Meletiyê tên definkiri.
Di salek dawî de li gorî arşîvên MEYA-DER'ê bîlançoya 26 gerîlayên HPG'ê yên ji Rojhelatê Kurdistanê tê dîtin. Heta niha ev 26 gerîla li goristan bêkesan hatine definkirin. Ji van 26'an 6 gerîla di encama hewldanê malbatan de ku diçin Herêma Başûrê Kurdistanê belgeya nişteciha xwe ji wir tînin û bi vî awayî dikarin cenazeyan werbigirin. Li gorî daneyê MEYA-DER'ê niha li morgan cenazeyên gerîlayên HPG'ê ên Rojhilatê Kurdistanê nayên dîtin, cenazeyên heta niha li morgan hemû li goristana bêkasan hatine definkirin. Derbarê mijarê de Seroka MEYA-DER'ê ya Şaxa Amedê Leyla Ayaz agahî dan ajansa nûçeyan ya dîcleyê.


Îran cenazeyan qebûl nake
Ayaz diyar kir ku, pirsgirêka herî mezin ya malbatên Rojhelatî ku dijîn zimane û got ji ber ku zimanê malbatan Kurdî, soranî û Farîsiye di dema serlêdana dozgeriyê de zehmetiyan dikişînin. Ayaz da zanîn ku, malbat cenaze teşhîs bikin nekin ji ber prosedûrê DNA'yê neçarin ku nimûna xwînê bidin û heta 15 rojan li benda encamê bi rawestin. Ayaz destnîşan kir ku, dema rêveberê MEYA-DER'ê û malbat diçin cem dozger bersiva "Komara Îranê cenazeyan qebûl nake û nastîne" dide wan. Ayaz bi bîr xist ku MEYA-DER, ÎHD û malbat heta niha bi dehan car daxwaznameyan didin wezareta dadê, walitîyê, dozger û cihên peywendîdar û diyar kir ku, heta niha ji tu cihê encam û bersivek erînî ne hatiye. Ayaz anî ziman ku, dema malbat dixwazin biçin kêlikê zarokê xwe ziyaret bikin bi destûra dozger li gel polîsan diçin û polîs ancax saetek û an jî nîv saet wan dihêlin li cem gorê zarokê xwe bimînin.

Gokê davêjin ba hev

Ayaz diyar kir ku, dozger û polîs ji malbatan re dibêjin dema destûra wergirtina cenazeyan didin ew dibin, dibin siya rêxistinê û girseyî defin dikin û da zanîn ku dibêjin ji niha şûnve dê destûra cenazeyan nedin malbatan ji bo ku bi hişmendiya rêxistinê defin nekin. Ayaz destnîşan kir ku, bi boneya destûr dayîna cenazeyan wezareta dadê dibêje walî dizane û walî ji dibêje ji cem wezaretê daxwazneme ji wan re ne hatiye. Ayaz got ku, wezaret û walîtî gokê davêjin ba hev. Ayaz mînaka malbatekî da û got ew malbat herî kêm 20 daxwazname dane wezaretê û walîtiyê û daxwazname bê encam mane. Ayaz da zanîn ku, ji bo hemû hewldanê cenazeyan MEYA-DER berpirsyare û her tim li heremê û li deverê din ji bo wergertina cenazeyan amade ye. 

Navên 20 gerîlayan

Li gorî daneyên MEYA-DER’ê gerîlayên HPG'ê yê ji Rojhelatê Kurdistanê ku demên cuda di nav 5-6 mehan de jiyana xwe ji dest dane û ku 20 kes li goristana bêkesan hatine definkirin evin:
-  Gulîstan Fermezî (Jîn Jin) ji Xoyê 4 Tebax li Çelê/Colemêrg
-  Xezal Musa (Evîndar Berî) ji Maku 4 Tebax Çelê /Colemêrgê
- Cafer Abdullah (Botan Mako) ji Maku 4 Tebax Çelê/Colemêrg
- Kutbettîn Delamilan (Şahîn Karker) ji Maku 3 Tebax Şemzînan/Colemêrg
- Îsmaîl Zamanî (Siyabend Canfeda) ji Urmiyê 5 Tebax Şemzînan/Colemêrg
- Ramazan Omayîmilan (Zana Rojhelat) ji Maku 4 Tebax Çelê/Colemêrg
- Firuz Birukîmodlu (Akîf Avrîn) ji Maku 23 Tebax Şemzînan/Colemêrg
- Daryuş Havasî (Hewrê Kelhor) ji Îranê 4 Îlon Elkê/Şirnex
- Nasir Ruhîzade (Aso Mahabat) ji Mahabatê 23 Cotmeh Dêrsim
- Siyaveş Birukîmilan (Şervan Dara) ji Maku 27 Tebax Qileban/Şirnex
- Şîrîn Şems (Newal Sîdar) ji Maku 14 Îlon Haruna/Şemzînan/Colemêrg
- Sadik Sofî Ahmet (Agir Şiyar) ji Urmiyê 21 Îlon Çelê/Şemzînan
- Bekir Şems (Rubar) ji Maku 5 Cotmeh Şemzînan/Colemêrg
-  Buyuk Alî Muhammedî ji Rojhelat 8 Cotmeh Dêrsim
- Ferîde Drewş (Diyana Dêrsim) ji Maku 28 Îlon
-  Hewa Mehmetnegat (Ruhal Welat) ji Maku 8 Mijdar Cudî/Şirnex
-  Azîz Nurî (Nevzat Saqiz) ji Saqizê 8 Mijdar Şemzînan/Colemêrg
-  Semîra Caferî (Destan Bêrîtan) ji Kelareşê 9 Mijdar Şemzînan/Colemêrg
-  Semîra Vahidî (Amara Vejîn) ji Urmiyê 19 Cotmeh Bedlîs
-  Yusuf Ahmet Hamdî ji Kotolê Xozat/Dêrsim
6 gerîlayên HPG'ê ku dîsa ji Rojhelatê Kurdistahnê berê ew jî li goristana bêkesan hatibûn definkirin, lê malbatan cenazeyê wergirt û birin bajarê Başûrê Kurdistanê defin kirin jî navê wan wiha ne:
- Awaz Hatemî (Çirav Urmiye) ji Urmiyê 14 Îlon Haruna/Şemzînan/Colemêrg
- Merhedat Tetmuyî (Ferhat Ayhan) ji Salmasê 4 Îlon Elkê/Şirnex
- Îsa Tacîdar (Şahîn Zap) ji Maku 31 Tirmeh Şemzînan/Colemêrg
- Rahmant Mahmudpur (Metîn Alan) ji Serdeştê 4 Îlon Elkê/Şirnex
- Siyamet Selamet (Mazlum Urmiye) ji Urmiyê 3 Gulan Gundikê Melê/Şirnex


ANF/AMED