Li bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqînê yekemîn festîvala xwendinê hate li darxistin.
Di festîvalê de ku li Navenda Ciwanan hat lidarxistin, helbest, stran û mûzîk hatin gotin. Her wiha pêşangeha pirtûkan hate danîn û pirtûk hatin belavkirin.
Di sala 2014’an de bajarokê Gulale ket destê çeteyên DAIŞ‘ê û hemû berhemên hunerî û pirtûkxaneya bajarok ji holê hatin rakirin. Ji bona wê ciwanên Gulale û rewşenbîrên bajarok piştî azad kirina Gulale Dîdara Rewşenbîrî ya Gulale ji bo lidarxistina çalakiyên hunerî û rewşenbîrî dan avakirin.
Armanca festîvalê, nîşandana jêhatina ciwanên Gulale ya di warê rewşenbîrî, hunerî û akademîk de bû. Her wiha ji bo bipêşxistina aştî û bihevrejiyanê ya hemû pêkhateyên bajarok bû.
XANEQÎN/ROJNEWS