Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê li Pale Hunerê Şevbihêrka Helbestan li dar dixe, şevbihêrka xwe ya vê hefteyê li gundê Xirbizilê yê ser bi Çinarê li dar xist. Bi dehan helbestkar û helbesthez beşdarî şevbihêrkê bûn û helbest xwendin û li helbestan guhdarî kirin. Şevbihêrk li mala endamê komê Saît Arzu pêk hat û Arzu û malbata xwe bi çandeke kurdewar kom pêşwazî kir. Di çarçoveya şevbihêrkê de xwarina ku di beroşan de ji aliyê jinên gund ve li ser kuçikan (tifik) hatibû amadekirin jî hat dayîn.
Sînordarkirina mekan şikandin
Piştî dayîna xwarinê bernameya şevbihêrkê, xwendin û guhdarîkirina li helbestan destpê kir. Berpirsê Koma Helbestê ya Amedê, Hasîp Yalniç diyar kir ku cara yekemîn e şevbihêrka helbestê li gundekî Kurdistanê li dar dixin û got: “Em bi vê şevbihêrka xwe sînordarkirina mekan jî dişikînin.”
Yalniç destnîşan kir ku ji niha û şûn ve, ew ê şevbihêrkên xwe li gundên cuda yên Kurdistanê jî li dar bixin: “Armanca me ji van şevbihêrkan ew e ku em wêjeya kurdî derxin asta herî jor. Ji bo vê yekê jî em dixwazim li gelek deverên Kurdistanê komên wêjeyê yên bi vî rengî ava bikin.”
Piştî Baba Tahir li Kurdî vegeriya
Piştî Yalniç, mêvanê hefteyê, endama komê helbestkar Roza Metîna axivî û got, ji ber ku li dibistanên pergalê xwendiye heta demekê helbestên xwe bi Tirkî nivîsandine: “Min piştî perwerdeya xwe ya Kurdî ya li KURDÎ-DER’ê û nasîna Baba Tahîrê Uryan dest bi nivîsandina helbestan bi Kurdî kir.”
Piştî van axaftina şevbihêrkê bi xwendin û guhdarkirina helbestan dewam kir. Ji ber ku mêvanê Şevbihêrkê Metîna bû, pirranî helbestên wê hatin xwendin. Di şevbihêrkê de ji bilî vê, helbestên gelek helbestkarên Kurd ên din jî hatin xwendin. Wekî din jî helbestên Roza Metîna hatin nirxandin.
Erbaneyê helbest temam kir
Di dawiya şevbihêrkê de li ber erbanê stran jî hatin gotin. Beşdarên şevbihêrkê li ber lêdana erbanê, bi yek dengî stranên Kurdî yên gelerî got û bi vî awayî şevbihêrka xwe ya li gundê Xirbizilê bi dawî kir. Dema xatirxwestinê xwediyê malê tabloyên ku pirtûkên Kurdî di wan de dihatin nasîn û qehwe diyarî hemû beşdarên şevbihêrkê kir.
Ji bo ku Kurdî bê dîtin
Endama Koma Helbestê ya Amedê Gulistan Korban li ser şevbihêrkê got, ji bo wêjeya Kurdî bê dîtin ew di nava hewldanekê de ne û wiha peyivî: “Em niha di nava pêvajoyeke dijwar de ne. Gelek zext li ser ziman û wêjeya Kurdî hene. Ji bo wêjeya Kurdî bê dîtin, em hewl didin. Dema Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin bi 15 kesan dest pê kir. Lê niha ev hejmar zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku gel elaqeyê nîşanî ziman û wêjeya xwe dide. Ev kom bû sedem ku nîqaş û fikrên cuda derkevin holê. Ji bo bipêşketina zimanê Kurdî ev kom gelekî baş e.”MA/AMED