Navenda Çanê ya Zembîlfiroş li mezraya gundê Dêriqamiqûrê Malahirmo rastî pêvendiyek mezin hat. Di şahiyê de xebatkarên Navenda Çandê, kursiyer, Serokê navçê yê BDP Kerem Canpolat û gelek welatiyên ku piraniya wan ji jina pêk dihat amade bûn. Ji aliyê atolyeya wêneyan a Navenda Çandê pênaseya materyalên wêneya ji bo zaroka bi kurdî hat kirin. Piştre bi zarokan re dest bi xêzkirina wêneyan kirin. Piştî xêzkirina wêneyan di ketina gund de bi pankarta "Bi hunera Demokratîk, bi feraseta jiyana azad em bigihêjin civakbûyinê" li ser nivîsî bû bi tevlibûna sedan welatî ber bi qada ku şahî lê tê darxistin ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.  Li qada şahiyê koma folklor û erbanê derket ser dikê. Piştre heta derengê şevê yelatiyan li ber dawil û zirneyê goven girê dan. Her wiha di şahiyê de sînevîzyona ku jiyana gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) vedigot hat pêşandan. 

AMED