Bi boneya 35. salvegera damezirandina PKK’ê 27’ê Mijdarê li gelek bajar, navçe, bajarok û qadan şahî tê lidarxistin. Bi heman armancê di pêşengiya BDP’ê ya Amedê de bi hezaran kes çûn Gundê Fîsê ku 1. Kongreya PKK’ê pêk hat û PKK lê hat damezirandin. Bi hezaran kesên ku ji Amed, navçeyên Amedê û gundên derdorê hatin Gundê Fîsê li vir pîrozbahî pêk anîn. Mala ku PKK lê hat damezirandin ji aliyê hezaran kesan ve rastî ziyaretê hat. Piştî ziyareta malê, bi hezaran kesan “Şehîtgeha Şehît Amed” ziyaret kirin. Şehîtgeha ku di 14’ê Tîrmehê de bi coş û merasimek mezin hatibû vekirin, dîsa heman dîmen û coş derket pêş. Girsê piştî Şehîtgeh ziyaret kir, dîsa bi al û posteran vegeriya Gundê Fisê û pîrozbahî pêk anîn.

Bi sedan maşîneyên ku tev li karwanê meşê bûn, berî ku bigêjin gundê Fîsê bi avetina fîşekên hewayî ezran rengandin. Dema karwan dimeşiya ji gir û çiyayên bilind endamên HPG’ê jî bi çekan gule avêtin hewa û karwan silav kir. Bi sedan ciwanan alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û tîşortên li ser “Ji Serok ra azadi” li xwe kirin. Di pîrozbahiyê de Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, rêveber û şaredarên BDP’ê jî tev li şahiyê bûn. Li qadê bi dehan alên PKK’ê û posterên Ocalan hatin bilindkirin. Girse siloganên “Deşta Lice hêlîna Apoyiyan e” qerîya. Di şahiyê de jinan bi cil û bergên xwe yên rengîh qad xemilandin. Di şahiyê de Koma Çiya, Xezal, Koma Hemdem, Demhat Botan konser dan.

DIHA/AMED 




 Coşa cejna vejînê


35. salvegera damezirandina PKK’ê 27´ê Mijdarê li gelek navendan bi çalakiyan hat pîrozkirin. Bi hezaran kesan 27’ê Mijdarê bi coş pîroz kir.
MÊRDÎN: Rêxistina BDP’ê ya Dêrikê salvegera 27ê Mijdarê li qada taxa Cevîzpinarê pîrozkir. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP’ê, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din jî amade bûn. Li qadê pîrozbahiyê al û posterên pêşengên PKKê hatin daleqandin..Pîrozbahî bi gerandina govendê û teqandina fîşekên hewayî bidawî bû.
ŞIRNEX: Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Sîlopî û Hezexê jî bi heman armancê pîrozbahî hebûn. Li taxa Nurê bi hezaran welatî li hev kom bûn û pîrozbahî pên anîn. Di şahiyên ku heta derengiya şevê dewam kirin de gel li ber sitranên şoreşgerî govend gerand û fîşekên hewayî jî hatin teqandin.. Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî bi heman armancê pîrozbahî hebû..Li lûtkeya çiyayê Cudî jî bi fîşekên hewayî pîrozbahî pêk hat. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê li taxa Yeşilyurtê ya Navenda Şirnexê pîrozbahî hat lidarxistin..

MÊRSÎN: Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê jî di pêşengiya BDP’ê de girseya ku li ber Nûnertiya BDP’ê ya Kurdalî kom bû, pîrozbahî pêk anî. Li vir jî pankart, poster û al hatin vekirin û siloganên dilsaziya PKK’ê hatin berzkirin. Ciwanan li vir Çerxa Şoreşê xwendin û heta derengê şevê pîrozbahî pêk anîn. 

GIMGIM: Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi heman armancê pîrozbahî hat lidarxistin. Li gundên Baskaê û Reqasa yê navçeya Gimgimê bi tevlêbûna welatiyên gundên cîran ên Dadîna, Gundêmîra, Gomagorgo, Înalî û hunermendên saziya Mordemê pîrozbahî pêk hat.
PAYIZAVA: Li Navçeya Payizava ya Wanê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP’ê de pîrozbahî pêk hat. Ciwanên ku li ber avahiya BDP’ê Payizava kom bûn, bi siloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, meşiyan. Li qada navçeyê axaftin hatin kirin û fîşekên hewayî hatin teqandin..
DÎGOR: Li Bajaroka Pazarcikê ya Dîgora Qersê jî bi heman armancê şahiyek pêk hat. Li qada şahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK’ê hatin vekirin. Endam û rêveberên BDP, HDP, DOKH, MEYA-DER’ê jî tev li şahiyê bûn.

BAZÎD: Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê di pêşengiya ciwanên YDG-H’e de pîrozbahî pêk hat. Pîrozbahî li ber Lîseya Savaş Ay a Taxa Ehmedê Xanî pêk hat. Pîrozbahiyê bi fîşekên hewayî heta derengê şevê berdewam kir.

NAVENDA NÛÇEYAN