Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê TEV-DEM’ê Îskender Dêrik li ser geşedanên dawî li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî. Dêrik, bal kişand ser bûyerên Til Temir û got: ‘’Dijminên gelê Kurd dixwazin herêmên Kurdî jî bikin herêmên şer û pevçûnan, alîgirên rêjîmê û muxalefet bi hev re hewl didin ku mal û milkên welatiyan talan bikin.’’
Kêfxweşiya rêvebirinê
Di civînê de Endamê Rêveber a Meclîsa Herêma Sinceq Mesûd Til Zîwan jî axivî û diyar kir ku Baasiyên kevin ji Ereb û Kurdan dixwazin ku tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê de derbixin.Til Zîwan, da zanîn ku bi kombûna pêkhatiyên herêmê li dora YPG’ê dê herêmê biparêze.
Piştî civînê hilbijartin hatin lidarxistin û nav hatin jimartin, meclîsa gel a gund hate hilbijartin. Mihemed Kamil wek serokê meclîsê û Yasîn Derwîş û Kazim Mûsa wek cîgirên wî hatin hilbijartin.
Piştî ku meclîsa gel a gund hate hilbijartin bavê 7 qurbaniyên komkujiya Hedadê Ehmed Ebas axivî û da zanîn ku meclîsa gund bi saya xwîna şehîdan hatiye avakirin û diyar kir ku ew bi avakirina meclîsa gund kêfxweş in, ji ber ku êdî ew dikarin xwe birêvebibin. Ebas destnîşan kir ku gundiyan karîbûn bi alîkariya YPG’ê xwe biparêzin û neha jî xwe di bin sîwana meclîsa xwe de dibînin.
Endamên Meclîsa Gund Silêman Hemîd ku bi eslê xwe Ereb e jî axivî û diyar kir ku avakirina meclîsê gaveke erênî ber biratiya gelan û demokrasiyê ye.
ANHA/TIRBESIPIYÊ