Li Gundê Xezawî ya Navçeya Şêrawa Efrînê, PDPKS’ê bi armanca nirxandina geşedanên dawî li Sûriyê û Rojavayê Kuridstanê civîna gel lidar xist. Civîn bi beşdariya Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman, şêniyên gund û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêk hat. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endama rêxistina jinan a PDPKS’ê Şêrîn Cindo axivî û bal kişand ser rola jinan di şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de û bandora jinan di nava tekoşîna azadiya gelê Kurd e.

Di civînê de Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman jî axivî. Silêman, diyar kir ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê geşedanên nû hene û got: ‘’Li aliyekî muxalefeta Sûriyê ji hev belave, lewre şoreşa Sûriyê evqas dirêj kir. Ji ber vê yekê muxalefeta Sûriyê nikare bandorê li helwesta hêzên navnetewî jî bike.’’
Silêman, da zanîn ku Komîteya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2009’an de Kurd wek netewa 5’emîn di nava netewên cîhanê de ku, dikarin bi netewên din re jiyana hevbeş bikin, bi nav kir û li ser vî esasî Kurd dikarin bibin kilîta çareserkirina pirsgirêka hemû Sûriyê . Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû. 

EFRÎN