Endamê Komîteya Amedekar a 7. Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ku di navbera 25. û 31´ê Gulanê de tê lidarxistin, Yasir Irmak diyar dike ku armanca wan ew e ku ji bo sînemaya Kurdî qadên alternatîf ava bkin û bi vî hawî sansura dewletên serdest bêtesîr bikin.

Rojên Fîlmên Kurdî yên Hamburgê heftemîn car, di navbera 25 û 31´ê Gulanê de tê lidarxistin. Çalakî wê  bi nîşandana belgefîlma Sara dest pê dike û bi nîşandana belgefîlma Bakur bi dawî dibe. Her weha, Yasir Irmak destnîşan kir ku dahata organîzasyonê wê bişînin Cizîr, Nisêbîn, Geverê. 


Ji bo zarokan fîlmên taybet

Di çarçoveya çalakiyê de wê 29´ê Gulanê roja yekşemê jî ji bo zarokan fîlmên taybet hebin. Di vê rojê de 4 kurtefîlmên ku bi mijara zarokan rabûne, wê bên nîşandan, ji bilî wê wê mînakeke ji filmên Ermenistanê jî were nîşandan. Her weha du fîlmên ku di demên dawî de xelat girtin, Toz Bezî (Paça Tozê) ya Ahu Ozturk û Bîranînên li Ser Kevirî ya Şewket Emîn Korkî wê di çalakiyê de cihê xwe bigirin.

Ji bilî bernameya filman wê li sînemaya holên nîşandana filman pêşangeheke wêneyan jî hebe ku tê de wêneyên li ser xwerêveberiyê û berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê wê hebin. Li ser wêneyan û mijarê jî aktîvîstê kolanan Kazim Kizil wê bipeyive ku bi xwe jî li Cizîr û Sûrê dîmen û wêne girtine.

Yasir Irmak wekî din bi bîr xist ku filma destpêkê Sara wê holeke mezintir de were nîşandan û banga nîşandana elaqeyeke taybet kir.


Salên borî eleqeya gel zêde bû

Yasir Irmak da zanîn ku di rojên filmên Kurdî yên beriya niha de elaqeya xelkê gelek bû ji ber vê yekê jî xelkê karî bi rezervasyonê cih ji xwe re veqetînin. Ji bo îsal jî Irmak pêşniyazî sînemahezan kir da ku bi rezervasyonê hêmin bibin ku cihê wan wê hebe di holên nîşandana filman. Irmak da xuyakirin ku ew dixwazin ji her çar parçeyên Kurdistanê fîlman di van rojan de nîşan bidin û ji bo sînemagerên Kurd bibin meydaneke nîşandana berhemên xwe ya alternatîf. 


Hunermendê ciwan Ozan Irmak konser dide

Di Rojên Fîlmên Kurdî de kurtefîlm, belgefîlm û filmên metrajdirêj hene. Her weha hunermendê ciwan ê Kurd Ozan Irmak wê roja destpêkê konserekê bide. 



Bernameya çalakiyê


* Çarşembe- 25´ Gulanê

Sara- Jiyana Min Her Şer bû/ Dersîm Zerevan


* Perşembê

Kilama Dayika min/Erol Mîntaş


* Înê

Toz Bezî/Ahu Ozturk


* Şemî

Strassenkamera( Kameraya kolanan) Kazim Kizil

He bû tune bû/Kazim Oz 

Bîranînên Li Ser Kevirî/Şewket Emîn Korkî

 

*  Yekşêmê Berî nîvro

 (Ji bo zarokan kurtfîlman)

Ziazan/Derya Durmaz

Berfeşîr/Serhat Karaaslan

Li Ezmanê/Ozlem Guler

Zimanê Çiyê/Lîsa Çalan

--Piştî nîvro

Şiyarê Diwan (Der Junge Siyar) Hişam Zaman

Ji Kral Re Name ( Brief an den Koenig) /Hişam Zaman


*  Duşemê

Avahiya Musirangan/Tofigh Amani

Hezar û yek sêv/ Taha Kerimî


* Sêşemê

Mast /Tahsin Ozmen

Bakur/Çayan Demirel-Ertugrul Mavioglu


 NAVENDA NÛÇEYAN