Organîzasyona ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistan Navenda Jinan a Nujiyan ve pêk hat û diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin de,  di vekirinê de wêneyên Veysî Atay yên li Rojava kişandibû hatin nîşan dan.

Bavê Leyla Şaylemez jî tevli şahiyê bû û axaftina vekirînê ji komîteya tertîp Xezal Amed û Yasîr Irmak kir.  Axaftinên bi Kurdî û tirkî hatin kirin de hat diyar kirin ku hemû dahatiya bernameyê dê ji Rojava re bê şandin.
Di berdewamiya bernameyê de  koma muzîkê ya herêmî a Hamburgê  Atîlla û Îbor û hunermend Şengul Pak muzîka xwe pêşkêşkirin.
Piştre fîlmê bi navê ‘Rînga Şîn’ ya  di Mîhrîcana Fîlman a Portakalê ya Antalyayê de xelata taybet ya Juriyê girt hat nîşandan. Fîlm jiyana girtiyên Kurd yên di greva birçîbûnê de û dema neqliyeta wan ya nexweşxaneyê dike vedibêje. Di dawiya fîlm de lîstikvan Bîlal Bulut bang li temaşevana kir û got ev fîlm, fîlmekê wijdanê ye.
Di çarçvoveya Rojên Fîlmên Kurd a Hamburgê de li taxa Sternschanze li sînemaya 3001’ê hefteyekê dê 13 fîlmên kurt, metraja dirêj û belgefîlm bên nîşandan. Ji bilî fîlmê ‘Rînga Şîn’ ev fîlm dê bên nîşandan; Qêrin, Faîlî Dewlet, Oxir Bê Birayê Min, Dengê Derî, Asya, Bekas, Ezman, Xortê min baş li stêrkan binêre, Salpa, Qapsûl, Min Rastî Nivîsand – Deftera Lîceyê, Xal u Xwarzê û Buka Baranê. Der barê mijarê de agahiyên zêde hun dikarin ji vir bigirin; http://Kurdischefilmtagehamburg2013.blogspot.de

 HAMBURG