‘Çarşema Sor’ ku cejna baweriya Êzidiyan ya herî kevne, îsal cara yekem bi mîhrîcanekê hate pîroz kirin. “1.Mîhrîcana Çarşema Sor” ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) ve hate organîze kirin, li bajarê Hannoverê pêk hat. Mîhrîcana ku nêzî deh hezaran kes beşdar bûn, li Navenda Kongreya Hannoverê pêkhat. Hate dîtin ku, jin û zarokan motîfên kesk, sor û zer xemilandin.
Dema ku Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş got, “emê li Amedê mala Êzidiyan vekin” bi deqîqeyan li ser lingan çepik lêdan, her wiha eleqeyek pir mezin nîşanî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim dan.
Êzîdîtî Kurdîtiye
Di mîhrîcana ku serokên gelek partî, sazî û dezgehan her wiha kesayet tevlîbûyîn de, di serî de peyama Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, YEK-KOM, ji Laleşê Tevgera Azad ya Êzidiyan, UTA-AMARA, jî heyî gelek sazî û dezgehan peyam şandin û “Çarşema Sor” pîroz kirin. Serokê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîza jî tevlî mîhrîcanê bû û li vir axaftinek kir. Kemalîzade di axaftina xwe de behsa dîroka Êzidîtiyê kir û got, “Kurd bi hezaran sale li ser van axan jiyan dikin. Êzidîtî jî yekemîn baweriyên Kurdanin. Ji ber vê sedemê Êzidîtî Kurdîtiye.” Kemalîzade ragihand ku, pêwîste hemû Kurd li derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bikin yek.
Piştî axaftinan bi rêzê ve hunermend derketin ser dike û stranên xwe gotin. Dilgeş û Hesen Şerîf di mîhrîcanê de bi stranên salên 90’ê ku di zîhn de cihê xwe girtî yên weke “Çiyayê Bagokê”, “Muxtaro” gotin, bi taybet Dilgeş bi stranên gotî di mîhrîcanê de nostaljîk da jiyan kirin. Xemgîn Bîrhat, Silbus û Tarî, Rezan-Magrît û Zozan, Rojhat , Rêzan Hîp-Hop derketin ser dike û girse coşandin. Ciwanên ku tevlî mîhrîcanê bûyîn heya direngiya şevê bi stranên hunermendan govend gerandin.
HANNOVER