Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar a Amedê Fatma Sunbul, diyar kir ku projeya ciwanan a pirtûkxaneyên gundan pir bi wate û pîroz e û wiha got: "Mirovên li ser vê axê pir êşên mezin û giran kişandin. Ev pirtûkxane dê li ser jiyana mirovên ku derfetên wan tune bandorek mezin a erênî bike"Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê Bayram Sezgin jî ji ber vê hewldana ciwanan spasiyên xwe anîn ziman. Sezgîn, ji ber vê yekê plaket da Kordînatora Meclisa Zarokan Nazdar Kahramaner.
Kordînatorê Pirtûkxaneya Meclîsa Ciwanan Hasan Pekdogan, jî anî ziman ku hedefa wan li 42 gundan pirtûkxaneyan vekin. Pekdogan, anî ziman ku heta niha li Erxenî, Farqîn, Bîsmil, Çermûk, Lice, Hênê, Gêl, Çinar, Pasûr û Qulpê bi tevahî 13 pirtûkxane vekirine u herî dawî pirtûkxaneya 14'mîn jî li vir vedikin.
DÎHA/AMED