Gerîlayên HPG û YJA-Starê bersiva şervanên li Rojavayê Kurdistanê dan û derbeke mezin li artêşa Tirk a dagirker dan. Li Heftanîn û Xakûrkê 23 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî qala çalakiyên hêzên xwe yên di du rojên dawîn de kir.
Li Heftanînê 15 esker hatin kuştin
DAxuyaniya HPG’ê weha ye:
“15’ê Cotmehê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên me li Qada Şehîd Şêxmûs li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Hêzên me ji 5 milan ve li hêzên dijmin ên li gir dan û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 13 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xist, di şer de zirar nedît.
Li Xakûrkê 10 esker hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê 15’ê Cotmehê li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ya li derdora Girê Şehîd Axîn a Xakurkê xistin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe di heman şevê de bi helîkopteran ji qadê derxist. Di vê çalakiyê de jî gerîlayên ti zirar nedîtin.
ANF/BEHDÎNAN