Gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftenînê de li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê Pêngava Cenga Heftenînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de weha tê gotin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Cenga Heftenînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de 18’ê Gulanê saet li 08.00’an li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Konferansa Mezin çalakiyek pêk aniye. Di çalakiyê de çeper û stargehên dijmin derb xwarine. Di encamê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

2 gerîla şehîd bûn

12’ê Gulanê, balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kirin. Di vê bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûne. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre bêne ragihandin.”

ANF/BEHDÎNAN


 

Dema xurtkirina têkoşînê ye

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku karakterê desthilatdarî û dîktatoriya faşîst a li Tirkiyê dijminatiya li Kurdan e, armanca xwe qirkirina Kurdan e û got, ”Li dijî qirkirinê roj ew roj e ku em têkoşîna hebûna bi nasname, çand û zimanê xwe xurt bikin. Berxwedan wê teqez bi ser bikeve.”

Di demekê de ku dijmin bi armanca qirkirinê êriş dike, nabe ku em vîrûsa koronayê li dest û lingê xwe bigerînin. Bi gelek rê û rêbazên dewlemend di nava şert û mercên heyî de xwerêxistin û çalakî mumkin in. Eger vîrûsa koronayê weke amûreke şerê taybet û dema qirkirina Kurdan tê dîtin, hingî divê em vê dema vîrûsa koronayê bikin têkbirina şerê taybet û qirker ê li dijî Kurdan, dema têkbirina mêtingeriya qirker. Jiyana bi vê desthilatdariyê re ya li vî welatî tê wateya xwekuştinê, tê wateya mirinê. Lewma divê her der bibe qada rêxistinbûnê, her der bibe qada çalakiyê. Ji bo vê jî jin, mêr, ciwan, extiyar çi ji destê kê tê divê bikin. Li dijî qirkirinê roj roja xurtkirina têkoşîna hebûnê ya bi nasname, çand û zimanê xwe ye.

Dem ew dem e ku nîşanî dost û dijminan bidin, gelê Kurd ku gelê herî kevn ê mirovahiyê ye, tu carî tune nabe. Têkoşîna gelê Kurd a bi dehan salan, bi deh hezaran şehîdên hatine dayin ev derfet û hêz dane me. Berxwedan wê teqez bi ser bixîne.”

 

ANF/BEHDÎNAN