YJA Starê pêr bi çalakiyekê 7 leşkerên Tirk li Heftenînê kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh ragihand ku hêzên YJA Starê pêr li Heftanînê çalakiyeke kirine. HPG’ê got, ‘’Di Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de, hêzên me yên YJA Starê 2’yê Çile saet 14.40’î li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker li Girê Konferansa Mezin çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de derbeke serketî li kozika dijmin hat xistin û 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkoptêrên êrişê, mirî û birîndarên xwe bi helîkoptêrên Skorskyê ji qadê dûr xistine. Hêzên me bi hevdemî li helîkoptêrên êrişê reşandine û kirine ku helîkoptêr ji qadê dûr bikevin.
2 gerîla şehîd bûn
2’yê Çile balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qadên Kanûşka a herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê û qada Kartalê ya herêma Avaşînê û qada Geliyê Pîsaxa a herêma Heftenînê bombe kirine.
Di encama êrişa li dijî herêma Avaşînê de du hevalên me şehîd bûn. Piştre wê agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd bi raya giştî re werin parvekirin.’’
ANF/BEHDÎNAN