ANF Images[/caption]
Li Heftenînê şer giran e
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftenînê dewam dikin. Gerîlla Rizgar Welat der barê şerê li Heftenînê de agahî dan û got, dewleta Tirk ji bo vê tevgera dagirkeriyê derfetên xwe yên teknîkê bi her awayî xistiye dewrê. Amadekariyên gerîlla jî di asta herî bilind de ne. Li her qada Heftenînê berxwedaneke mezin heye. Gerîla bi rengekî profesyonel tevlî şer dibe. Hem ji aliyê çalakiyên li dijî dijmin ve hem jî di mijara xweparastinê de xwedî amadekariyên baş e. Bêguman di şer de şahadet jî hene.
Dijmin bi awayekî xurt teknîkê bi kar tîne. Di erdê re esker newêrin tevbigerin, vê jî bi çeteyan dide kirin.
Rast e, dewleta Tirk xwe gihandiye ser hin giran, lê belê ne mîna ku dijmin propaganda dike ku tevahiya Heftenînê girtiye. Berevajî, gerîla li her devera Heftanînê hene û li ber xwe didin. Li dijî dijmin çalakiyên xurt tên kirin. Di asta profesyonel de bi taktîkên gelekî dewlemend li dijî dijmin çalakî tên kirin.
Moralê dijmin têk dibin. Tirseke mezin ketiye dilê dijmin.
Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise. Şer dibe ku demeke dirêj bidome. Dewleta Tirk wê gelek kuştiyan bide û wê nikaribe bi ser bikeve.”
[caption id="attachment_258799" align="alignnone" width="660"]
ANF Images[/caption]
ANF Images[/caption]