Li Heftenînê tarûmar bûn: 31 leşker hatin cezakirin
Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de derbên giran li artêşa Tirk dan. Bi qasî hate tesbîtkirin 31 leşker hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Herêma Heftenînê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan.
HPG’ê der barê çalakiyan de agahê dan:
“11’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker xwest ber bi Girê Şehîd Bîrhat û Girê Kartal ê girêdayî Bektorya pêş ve bên. Hêzên me ev yekîne xistine kontrolê û li dijî dagirkeran rêze çalakî kirin. Di 3 çalakiyên cihê de bi qasî hate tesbîtkirin 7 leşker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.
Hêzên me sibeha heman rojê li devera Girê Kartal û Şehîd Bîrhat li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 16 leşker hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn.
Di şer û bomberdûmana li devera Girê Kartal û Şehîd Bîrhat qewimî de hevrêyên me Evîn û Bahoz şehîd bûne.
12’ê Tîrmehê, dagirkerên ku xwestin ji devera Xantûra ber bi Dola Bizina û Girê Danînê bi pêş ve bên, hêzên me ji 3 milan ve ew xistine kontrolê û çalakî kirine. Di çalakiyê de 3 leşker hatin cezakirin. Dema ku dijmin xwest ji qadê vekişe cara diduyan bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de jî 5 leşkerên dijmin hatin cezakirin.”
HPG’ê li ser şerê li Peyîzava jî agahî da: “Artêşa TC’ê ya dagirker 2’yê Tîrmehê li devera Gundê Axûla ya navçeya Peyîzava ya Wanê ket nava tevgerê. Di navbera artêşa TC’ê ya bi desteka helîkopteran xwest leşkeran deyne û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Welat, Kendal û Azad ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûn.”ANF/BEHDÎNAN