Di kongreyê de pêşî deqeyek rêz ji bo şehîdên azadiyê û Cangoriyên Êzîdiyan, hat girtin. Paşê ji bo rêvebirina kongreyê dîwanek hat hilbijartin û mêvanan mesajên xwe dan. Di mesajan de rewşa kurdan a li rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê hatin nirxandin. Li dû dayîna mesajên mêvanan raporên xebatê û aborî hatin xwendin. Endaman nêrînên xwe derbarên raporan de anîn ziman û rexne û pêşniyarên xwe bilêvkirin. Bi giştî kar û xebata du salan a yekîtiya Êzîdiyên Heide tevî ku xebateke nû ye jî, bi erênî hatin ditîn. Dûre jî plansaziya du salan hat kirin û rêveberiyeke ji 17 kesan hat hilbijartin. Rêveberiya nû wê di nava vê hefteyê de li hev bicive û di nava xwe de kar parve bike. Li gorî plansaziya du salan divê maleke êzdiyan li herêmê were vekir.
HEIDE